Li Efrînê 15 berxwedêrên azadiyê hatin oxirkirin 2018-02-08 15:05:07   EFRÎN - Bi sedan şêniyên herêma Efrînê 15 kesên Berxwedana Serdemê li goristana Şehîd Avesta defin kirin.   Bi sedan şêniyên herêma Efrînê yên  15 têkoşerên azadiyê ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dabûn oxir kirin. Ji Hêzên Asayîşê (3), Erka Xwe Parastinê (2), Yekîneyên Parastina Gel  (10) kesan jiyana xwe ji dest dan. Merasîm bi tevlîbûna sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star û bi sedan Şêniyên herêma Efrînê hat lidarxistin. 15 berxwedêrên azadiyê ji pêşiya nexeşxweneya Avrînê bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ hatin oxirkirin.   Piştî deqeyek rêzgirtin , li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Ehmed Ebdo,li ser navê Rêveberiya xweser Hêvîn Reşîd, birayê Şehîd Welat Şer Yeşar Muhemed, Bavê Şehîd Armanc Ezîz Kurdî ,Xalê Şehîd Amargî Hesen Kio axivîn.   Di axaftinê de sersaxiya hemû malbetên şehîdan hat xwestin û soza şopandina berxwedêran hat dayin.   Di dawiyê de 15 tekoşerên berxwedana serdemê li Goristana Şehîd Avesta hat definkirin.