Taştê dayîn jî sûc hat hesibandin! 2018-02-08 13:02:32   ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya bajarê Enweryê ji bo ku bi Meclisa Dayikên Aştiyê ya Enqereyê re bê gel hev xwest ku taştê bide. Ev daxwaza rêxistina HDP'ê ji aliyê polîsan ve bi tehdîda "em ê mudaxele bikin" hat astengkirin.   Hatina gel hev a Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê bi Meclisa Dayikên Aştiyê re a bi taştê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku serê sibehê bêyî hincet  Neva Palas Otel a ku wê lê taştê bihata dayîn dorpêç kirin û rêveberên HDP'ê û xwediyê Otelê tehdît kirin. Polîsan tehdît kir got, "Em nahêlin hun taştê bixwin. Ger ku hun taştê bixwin em ê bikevin hundir û mudaxele bikin."  Piştî ku li wê otelê hat qedexekirin rayedaran serî li du otelên din jî dan lê xwediyên wan otelan jî hatin tehdîtkirin. Li ser vê HDP'yiyên ku vegriyan navendê û bi dayikên aştiyê re li navendê taştê xwarin.