Parêzerên Abdullah Ocalan cara 729'an serlêdan kirin 2018-02-08 12:36:34   STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 729'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Parlamenterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Newroz Uysal û Ayla Akat Ata, ji bo ku sibe bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha cara 729'emîn e  ku ji bo hevdîtinê serlêdan tê kirin.   Parêzerên ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an  heta niha 728 caran serlêdan kirin serlêdên wan bi hinceta "muxalefeta hewayê", "koster xirabe ye" û "OHAL'ê hatin redkriin.