Kongra Star: Divê asta têkoşînê bê bilindkirin û Efrîn bê parastin 2018-02-08 12:15:16   EFRÎN - Kordinasiyona Kongra Starê ji bo piştgiriya Efrînê  daxuyaniya çapemeniyê da û  bang li hemû jinên cîhanê kir ku asta tekoşîna xwe bilind bikin û li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê derkevin.    Kordinasiyona Kongra Starê ji bo piştgiriya Efrînê  daxuyaniya çapemeniyê da û  bang li hemû jinên cîhanê kir ku asta tekoşîna xwe bilind bikin û li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê derkevin. Endamên Kongra Starê, Saziyên Jinan û gel beşdarî daxwiyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Weqfa Jinan a Kantona Efrînê Hêvîn Hesen bi zimanê Kurdî hat xwendin.  Her wiha bi Îngilîzî û Erebî jî hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat ragihadin ku cihên dîrokî û îbadetê hedef tên girtin û wiha hat gotin:" Ji 20'ê Çileyê 2018’an ve artêşa Tirk bi hevkarîya DAÎŞ, El Qaide û El Nusrayê bi dijwarî êrîşî  herêma Efrînê dike. Bajar, gund, niştecih û wargehên penaberan bi armanca penaberkirina niştecihên Efrînê û dagirkirina herêmê şev û roj bi balafir û topên arteşa Tirk tên bombebarankirin. Her wiha di encama van êrîşana de cihên dîrokî û îbadetê jî tên hedefgirtin. Li dijî sûcên şer qada navneteweyî bê deng dimîne."    'Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze çanda Îştar tune bike'   Her wiha di daxuyaniyê de çanda Xwedawend Îştar hat bibîrxistin û wiha berdewam kir:" Armanca van êrîşana tunekirina pergala Xweseriya Demokratîk e. Dewlet tirk hewil dide ku şopên dîroka jinê û çanda xwedewendan li herêma me  ya heyî  tune bike. Efrîn yek ji şûnwarên herî kevnar ên xwecihbûnê û şoreşa çandiniyê yên li Kevana Zêrîn e. Jin roleke pêşeng di vê pêvajoya dîrokî de leyistine û jiyanek li ser bingeha wekheviyê ava kirine. Lewma ew serdem wek şoreşa yekemîn a jinê tê binavkirin. Di mîrateya gelên herêmê de Xwedawenda Îştar wek sembola çanda hevbeş hatiye dîtin. Wek li Parastgeha Ain Dara û li gelek cihên Efrînê şopên çanda kevnar a Îştarê hatine parastin. Li ser kevirên perestgehê şûna lingên mezin xuyabûn ku weke nîşana hebûn û rihê Xwedewenda Îştarê hatine şopandin. Bi riya bombebaran kirin û rûxandina Parastgeha Îştarê ve dewleta tirk hewil dide serdestiya xwe ya zayendperest li ser jin û gelan ferz bike.   'Arîn, Avesta û Barîn bûn mînaka jiyana azad'   Di daxuyaniyê de hat gotin ku Arîn, Avesta û Barîn bûn mînaka jiyana azad û wiha dewam kir:"Lê li pişt her girek û dareke zeytûna bi dehan destanên qehremaniyê hene ku jinê bi tekoşîna xwe nivîsandiye. Em wek jinên Efrînê ji bo parastina mîrateya xwe ya şoreşa jinê ya yekemîn bi biryar in. Bi vîn û israr em ê tekoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî tevahî cureyên zilim, koletî û dagirkeriyê bilind bikin û şoreşa jinê ya duyemîn li ser axa xwe bi ser bixin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jinê di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de  rolek pêşeng lîstiye. Lehengên jin wek Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ji tevahî jinê cîhanê re bûn mînakên kesayeta jina azad. Her wiha jin di avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de xwedî keda mezin bûn. Dîsa me saziyên xwe yên xweser weke komîn, akademi û kooperatîfên jinê di qada civakî de ava kirin û hêzên parastina jinê bi rexistin kirine. Me dît ku çeka me ya herî xurt hevgirtina jinan e. Li ser vê bingehê me hêz, yekitî û vîna xwe pêş xistin. Em îro dibînin ku bi deh hezaran jin ji bo parastina ax, jiyan û pêşeroja xwe a li Efrînê çek rakirine. Berxwedan û têkoşina jinên YPJê, Asayişa Jin û Parastina Jinê beşek ji berxwedana jinên cîhanê ya li hemberî hemû rengên hovîtî, dagirkeriyê, kuştina jinan û faşîzmê ne."    Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin:" Em banga tevahî jinên azadixwaz ên cîhanê dikin ku ji bo parastina  nirxên mirovahiyê, rabin ser piyan ji bo Efrînê! Werin, em hevkarî û çalakiyên xwe xurt bikin ta ku em şoreşa jinê li tevahî cîhanê belav bikin! Bangewaziya me  ji jinên cîhanê re ew e ku asta berxwedanê bilind bikin. Em bang li xwişkên xwe yên cîhanê dikin ta ku bi lez bikevin tevgerê. Li her derê jin dikarin beşdarî kampanyayê haştagê #WomenRiseUpForEfrin bibin. Bi şewazên dewlemend ên çalakiyan em dengê jinan ji bo aşitî û azadiyê bilind bikin. Heta me şerê dewleta Tirk da sekinandin em e vê kampanya bidomînin û em dibêjin: Li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk ên ser Efrînê em berxwedana xwe bilind bikin! NA ji komkujî û qirkirina jinê re ! Ji bo parastina gel, ax, çand û mîrateya dîrokî ya Efrînê rabin ser piyan ! Ji bo parastina rêveberiyên demoqratîk û xweser a li Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê rabin ser piyan! Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye!"