Arin a 3 sali û Avesta ya 5 salî hatin sirgûn kirin! 2018-02-08 11:43:23       MARDÎN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Vesîle Yuksel ya ku bi du zarokên xwe yên keç re di girtîgehê de ye, li ber çavên zarokên xwe destên wê hatin kelepçekirin û bi darê zorê sirgûnê girtîgeha Bayburtê hat kirin.   Li girtîgeha Tîpa E ya mêrdînê ku sirgûn lê berdewam dike du sibehê 4 jinên din hatin sirgûnkirin. Li girtîgeha ku di hefteya dawîn de 50 kes jê hatin sirgûnkirin, duh di nava 4 jinên ku hatin sirsgûnkirin de Vesîle Yuksel ya ku bi zaroka xwe ya 3 arîn û bi ya 5 salî Avesta re hat sirgûnkirin jî hebû.  Vesîle ya ku nexest jin bên sirgûnkirin û bertek nîşanî rêveberiya girtîgehê da li ber çaçên zarokên xwe ji aliyê gardiyan û mudurê girtîgehê ve destên wê hatin kelepçekirin û bi darê zorê li rîngê hat siwarkirin. Wesîle ya ku bi darê zorê li destên wê kelepçekirî li rîngê hat siwarkirin bi keçên xwe re sirgûnê Girtîgeha Bayburtê hat kirin.   Vesîle ji ber ku pirsa "PKK terorîst e an na?" got "Na" hatibû girtin û wê niha çi bê serê wesîle û keçên wê ne diyar e. Parêzerên Vesîle jî ji bo ku Vesîle bi şertê kontrola edlî bê berdan serlê dan kirbûn lê hîna tu bersîv jî serlêdana wan re nehatiye dayîn.     Dibe ku hin girtiyên din sirgûn bikin   Li girtîeha ku tundî lê berdewam dike pirtûkên girtiyan bi awayê kêfî tên desteserkirin û nayê hiştin ku rojname bikevin girtîgehan. Li girtîgeha ku potên zêde ên girtiyan radestî malbatan dikin tenê 15 jinên girtî mane û li gorî agahiyên ku tên bidestxistin dibe ku hin girtiyên din jî bên sirgûnkirin.   Girtiya nexweş nehat dermankirin   Li gel van hemû pêkanînên dijmirovî girtiyên ku nexweşin jî li gel ku serlêdanê dikin jî nayên dermankriin û piştî bi mehan dişlnin nexweşxaneyan. Dîsa di rojên buhurî de girtiyeke nexweş ku birin nexweşxaneyê li ê muayeneya bi kelepçe ferz kirin û ji ber ku wê jî qebûl nekiriye bêyî ku muayene bikin ew şandine girtîgehê.