Mêran xwest qayyim piştgirî da lê biryar a jinên Wanî ye! 2018-02-08 11:20:38   WAN - Nîqaşên derbarê 'otobosên pembe' ku bi qampanyaya imzeyê ya mêran dest pê kiribû bi piştgiraya qayyim hate asteke cuda. Derbarê vê xebata ku dihat meşandin de qet fikir û ramanên jinan nehat pirsîn û jinan li dijî vê yekê bertek nîşan dan. Jinên ku bertek nîşanî vê qampanyayê da wiha gotin:"Em li her derê ne hûn dernekevin derve!"   Li Wanê di 8'ê Çileyê de ji aliyê 54 Saziyên Civaka Sîvîl ve Însiyatifa Sîvîl a Wanê (SDÎ) hat avakirin û ji aliyên van sazîna kampanyaya "pembe otobus" dest pê kiribû. Gelek saziyên jinan bertek nîşanî vê kampanyayê dan. SDÎ'yê jî îmzeyên ku dabû hev radestî Muduriyeta Koordînasyona Gihaştinê ya Şaredariya Mezin a Wanê kiribû. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin ê Wanê Mustafa Yalçin ji bo berhevkirina îmzeyan spasiyê xwe pêşkeş kiribû. Şaredariya qayyimê bertekên jinan ên li dijî "otobosên pembe" negirt ber çavan û piştgrî da qampanyaya ku mêran li ser navê jinan dest pê kiribûn.    Jinên  ji destpêka kampanyayê bertek nîşan dabûn anîn ziman ku ew ê li "otobosên pembe" siwar nebin.    'Ez vê biryarê napejirînim'   Behice Abi anî ziman ku qayyim ji roja ku hatiye ser kar deskeftiyên jinan hedef girtiye û wiha got:"Ez wekî jinekê biryara ku bêyî min hatiye girtin napejirînim. Ji bo ne ji malbata min ne jî ji derdora  min kesek li van otobosana siwar nebin ez ê wan hişyar bikim. Divê ne jin tenê mêr jî vê pêkanîna ecêb qebûl nekin."   'Ji bo jinan wekî girtîgehêkê ye'   Behîce anî ziman ku ev armanca vê pêkanînê dûrxistina jinan a ji qadên cemawerî ye û wiha dewam kir:"Otobosên pembe ji bo jinan girtîgeh e. Li cihê ku wekheviya jin û mêr neyê avakirin dê li wê derê cudatî derkeve holê û jinê ji civakê bê qutkirin."   'Dixwazin jinê ji jiyanê dûr bixin'   Edîbe Badûr da zanîn ku tu jin pêkanîna bi vî rengî napejirîne û wiha got:"Ez dixwazim vê lîsteya îmzeyê bibînim. Yên ku vê pêkanînê dixwazin jî û yên îmzeyê diavêjin jî mêr in. Dixwazin jinê ji jiyanê dûr bixin. Dixwazin hişmendiyek wiha ava bikin ku wekî ku jinên li otobosên pembe siwar nebin, dikare taciz û tecawiz li wan bên kirin."   'Em siwar nabin!'   Edîbeyê da zanîn ku hişmendiya kesên îmze dane hev û ya qayyim wekî hev in û wiha berdewam kir:"Îmzeyên ku kom kirine didin qayyimê ku tayinî şaredariyan bûne. Em hişmendiya qayyiman ji serî de zanin. Pejirandina qayyim a ji bo otobosên pembe me şaş nekir. Em li wan otobosan siwar nabin."   'Em li her derê ne!'   Herî dawî Rozerîn Urucu anî ziman ku armanca otobosên pembe jihevqetandina jin û mêran e û wiha pê de çû:"Îktidara heyî û qeyyim dixwazin civakê ji hev cuda bikin. Loma polîtaqayek ku ji bo jin û mêr di qadên cemawerî de neyên ba hev dimeşînin. Qayyim polîtîkayên xwe yên qirêj li ser jinan dimeşîne. Bila mêr ji bo xwe otobosên pembe bixwazin. Li bajarê me otobosên me ji xwe hene û mor in jixwe mor sembola jinê ye. Ger ji jinê aciz dibin bila wê demê li otobosan siwar nebin. Bila dernekevin sûkê, neçin dibistanê. Em li her derê ne hûn dernekevin derve. "