Jinên Herêma Firatê: Em hemû Barîn in 2018-02-08 09:29:14   KOBANÊ - Bi sedan jinên herêma Firatê bi dirûşma" Berxwedana jinê, faşîzim bi bin xist" meşeke girseyî li dar xistin.   Bi Sedan jnên herêma Firatê bi pêşengtiya Kongra Star ji bo Barîn Kobanê û tevahî têkoşerên berxwedana serdemê meşeke girseyî li dar xistin. Bi sedan jinên herêma Firatê ji Kobanê, Girê Spî, navçe û gundewarên wê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û alên Kongra Starê hat hilgirtin. Her wiha pankarta "Bi rihê hevala Avesta dê berxwedana Efrînê bi ser bikeve" hat hilgirtin.   Meş ji qada şehîd Egîd bi dirûşmên " Bijî berxwedana Efrînê", "Em hemû Barîn in, Barîn namire" dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongra Star Dîlber Yûsif axivî, Dîlberê tevahî têkoşerên berxwedana Serdemê di şexsê Barîn de bi bîr anî û diyar kir ku niha gel di qonaxeke dîrokî de têdikoşe, wê ev hişmendiya desthilatdar berxwedana jina azad neşkîne.   Her wiha li ser navê Desteya Jinê Emîne Bekir, Mala Jinê Dîlan Hesen, Kordinasiyona Giştî yaMeclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berkat axivîn, di axaftinan de anîn ziman ku gelê ku li ser şopa jinên mina Barîn û Avesta dimeşin tu kes nikare îradeya wan bişkîne. Em tu caran dagirkeriyê û koletiyê qebûl nakin.    Meş bi dirûşma " Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.