Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin 2018-02-07 14:48:26   STENBOL -  Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, beriya 4’emîn danişîna Doza Pirsûsê ya dê sibe li navçeya Cirnê Reş a Rihayê bê dîtin, bang li raya giştî kirin.    Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, civîna çapemeniyê li dar xistin û banga tevlîbûna 4’emîn danişîna Doza Pirsûsê ku dê sibe li navçeya Cirnê Reş a Rihayê bê dîtin, kirin. Civîn li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hat. Şahid û birîndarên Pirsûsê, endam û rêvebirin Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESFP) beşdarî civînê bûn. Pankarta “Ji bo Pirsûsê edalet û ji bo hemû kesan edalet” li salona civînê ve hat aliqandin.     Hevberdevka HDK’a Stenbolê Gulçun Aykul anî ziman ku heta faîlên Komkujiya Pirsûsê bên darizandin û hesap bê dayîn dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.   Endama MYK’a ESP’ê Şahîn Tumuklu jî, axivî û wiha got: “Li vî welatî kedkar û bindest tim rastî êrîşên dîktatorên faşîst tên. Bi girtin, îşkence, gef û komkujiyan dixwazin têkoşîna me vala derbixin û têk bibin. Em ê li dijî van hemûyan ligel gelê kurd, têkoşîna azadiya jinê bin û vîna rûmetê ji xwe re esas bigirin.”