Cesaretê ji kê digirin? 2018-02-07 09:39:19   AMED - Şehmus Îlhan yê Rojbîn Baran qetil kir û piştre der barê mijarê de rojnameger tehdîd kirin, hat girtin. Xizmên Şehmus Îlhan li ber dadgehê civiyan û bi gotina ‘em ê wek kulîlkan li paşayê xwe binêrin, girtîgeh ji kê re maye?’  û pişgirî dan Şehmus û van gotinan jî carek din nîşan da ku di encama polîtîkayên bêcezabûnê de girtîgeh ji mêran re namîne.   Mêrê bi navê Şehmus Îlhan li taxa Dîcle ya Fîskaya ya Yenîşehîr a Amedê di 24’ê Kanûnan 2017’an de jina bi navê Rojbîn Baran qetil kir û piştre jî rojnamegerên çibûn cihê bûyerê tehdîd kiribû.  Şehmus 40 roj piştî kuştinê hat girtin û dema roportaj dabû rojnamegerên me jî gotibû wê ceza negire.   Cesaretê ji kê digire?    Şehmus yê 40 rojî xwe veşart, bê guman vê cesaretê ji malbata xwe û polîtîkayên dewletê yên bêcezayê digire.  Dema Şehmus Îlhan dibin edliyeyê, xizmekî wî got ‘bila serê te bilind be. Emê wek kulîlkan li paşayê xwe binêrin. Girtîgeh ji kê re maye’. Dema mirov li piştgiriya malbatê û gotina ‘girtîgeh ji kê re maye’ dinêrin,  carek din tê dîtin ku qanûn vê cesaretê didin.   Girtîgeh ji mêra re namîne!   Gelo bi rastî girtîgeh ji kêre maye? Jin ji aliyê hevjîn, bav, bira, hezkirî û mêrên nas nakin ve tên qetilkirin.  Kujerên jinan bi saya tehrîka bêmaf û daxistina helwesta rêzdar bi bêcezabûnê tên xelatkirin.  Belkî girtîgeh ji van mêran re manîne.  Lê girtîgeh bi jinên ku parastina cewherî pêk tînin tije dibin.