Jinên kantona Hesekê meşek girseyî li dar xistin 2018-02-06 16:26:01   TIL TEMIR - Bi hezaran Jinên kantona Hesekê  bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser herêma Efrînê meşek girseyî li dar xistin .   Îro bi hezaran jinên kantona Hesekê berê xwe dan bajarê Tiltemirê û meşek girseyî li dar xistin. Bi tevlîbûna bi hezaran jinên ji Kantona Hesekê û ji sazî û destyên rêveberiya xweser, Kongra  Star, Saziyê Civaka Sivîl, meşê ji saziya malbatê şehîdan dest pê kir. Di meşê de alên Kongra Star, Partiya Aşûriyan a Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û wêneyên Avesta Xabûr hat hilgirtin. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hat berzkirin.   'Barîn ax û nasnameya me ye'   Meş li qada biratiya gelan bi deqeyek rêzgirtin veguherî mitîngê, paşê axaftin dest pê kir. Li ser navê Kongra Star Mizgîn Ehmed berxwedana serdemê slav kir û got:" Îro berxwedana herêma Efrînê wekheviya gelan mîsoger dike. Jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê di şexsê Avesta û Barîn de hêza xwe nîşan didin. Bedena Barîn bedena me hemiya ne, em hemû Barîn in û Barîn ax û nasnameya me ye ".   Hevseroka Meclîsa Bajarê  Til Temirê Nînewa Ishaq axivî û got :" Em van êrîşana bi tundî şermezar dikin û em dibêjin ku em ê bi îradeya gelan bi ser bikevin."    Her wiha li ser navê jinên kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û got:"Semer diyar kir ku piştî ku çete li herêma Cizîrê û Firatê têk çûn îro dewleta Tirkiyê êrîşê herêma Efrînê dike û komkojiyan pêk tîne lê baweriya me bi hêzên me QSD'ê ,YPG ,YPJ ' ê heye ku wê parastina axa me bikin."   Meş bi dirûşma" Bijî berxwedana serdemê " bi dawî bû.