Jinên Efrînê: Ji bo têkoşîna azadiyê çi ji destê me bê em ê bikin 2018-02-06 10:51:26   EFRÎN - Jinên Herêma Efrînê ku bi çêkirina xwarinê piştgiriyê didin şervanên YPJ'ê, YPG û QSD'ê gotin ku ji bo têkoşîna azadiyê tişta ji destê me bê em ê bikin.   Ev 18 roj in dewleta tirk û çeteyên OSO'yê bê navber hemû cureyên çekan li ser herêma Efrînê b ikar tînin û  êrîş dikin. Di hundirê van 18 rojan di encama êrîşên bi balafir,tank,obîs,hawan, katuşa de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, lê berxwedana gel her ku diçe mezintir dibe. Jinên Efrînê ku xwarin ji şervanên YPG, YPJ'ê û QSD'ê re amade dikirin, behsa moralê gel û mezinbûna berxwedana Efrînê kirin.    Dayika du cangoriyên azadiyê Hacer Miho da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên OSO'yê bi hemû cureyên çekan êrîşî xaka Efrînê dikin û wiha pê de çû: "Dewleta tirk û çeteyan tiştek ji bîr kirine, ew jî berxwedana şervan û gelê Efrînê ye. Hesabên Erdogan wê bi cih neyên. Erdogan çi dike bila bike em bihustekî axa xwe nadin wan gemaran. Ax axa me ye û xwediyên axê em in û ji bo vê jî em ê heya dawiyê ji bo parastina wê amede bin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e."   Endama PYD'ê Fatma Haşim jî wiha behsa Berxwedana Serdemê kir: "Îro kombûna me ji bo xizmeta şervanên me ye. Şervanên me bi rojan e di çeperên şer de li be rxwe didin.  Em jî ji bo wan xwarinê çêdikin. Bi şev û roj em ranazên, çi ji destê me tê em ji bo zarokên xwe dikin.Em heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li pişt QSD, YPJ'êû YPG'ê ne. Gel li pişt şervanên xwe ye. Weke jinên Herêma Efrînê heta dawiyê em ê axa xwe biparêzin û her tim li kêleka şervanên xwe bin."   'Em di roja yekem de bi serketin e'   Nejda Mele Reşîd jî diyar kir ku berxwedana Serdemê di roja yekem de bi ser ketiye û ev tişt  got: "Em di ferqa planên qirkirinê yên ku qada navnetewî hatine kirin de ne. ji bo wê jî em weke jin her tim bi rihê berxwedana mezin li ser piyanin û em ê her li ser piyan bin. Kes destkeftiyên Rojava qebûl nake.  Bi taybet dewleta Tirk a dagirker bi rojane bi hemû teknîka xwe êrîşî  herêma me dike. Erdogan dixwaze saltanata osmaniyan bide meşandin, lê tucarî bi ser nakeve. Her çiqasî hemû komên çete li hemberî mirovahiyê şer dabin destpêkirin jî  ez dibêjim wê bi ser nekevin .Gelê Efrînê bi meşa bi hezaran bersiva pêwîst da dagirkeran, balafir, tank û top ne xema me ne."   Muna Birîm jî hestên xwe wiha anîn ziman: "Rastiya gelê berxwedêr li ber çav e, tu hêz wê nikaribe gel û şervanan ji hevdû qut bike.Şervanên bi rojan e di çeperên şerde li berxwe didin, hemû zarokên me ne. Em ji bo zarokên xwe şev û roj hertişti bikin jî hîn kême. Ew canê xwe ji bo me feda dikin, em jî xizmeta zarokên xwe dikin ji bo zarokên xwe xwarinê çêdikin. Niha em xwarinê çêdikin lê gava ku pêwist bike  em ê li kêleka wan şer jî bikin.  Temenê me çi dibe bila bibe, ji bo tekoşîna azadîyê temen ne giringe."   Jinên Efrînê bê navber dirûşmên"Bijî berxwedana YPJ'ê YPG'ê û QSD'ê, bijî Rêber Apo" berz kirin