‘Efrîn wê bibe mînaka berxwedan û têkoşînê’ 2018-02-06 09:28:40   AMED - Rêvebira DBP’ê ya navçeya Sûra Amedê Ayhan Dogrual êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê navber didomin şermezar kir û got ku Kobanê, Şengal, Sûr, Nisebîn, Cizîr, Silopiyê bûn sembola berxwedan û têkoşînê, Efrîn jî wê bi ser keve û wê bibe mînaka berxwedan û têkoşînê.   Rêvebira DBP’ê ya navçeya Sûra Amedê Ayhan Dogrual êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê navber didomin nirxandin. Ayhanê got ku Kobanê, Şengal, Sûr, Nisebîn, Cizîr, Silopî  bûn sembola berxwedan û têkoşînê ne,  Efrîn jî wê bi ser keve û wê bibe mînaka berxwedan û têkoşînê.   Ayhanê di serî de dewleta tirk a ku şerê li Efrînê daye dest pê kirin şermezar kir û got şerê ku li Efrînê tê kirin komkujiye û ev komkujî li dijî hemû gelê kurd tê kirin û ev tişt got: “Serokwezîr ji bo ku eyba xwe veşêre li Efrînê ev şer daye destpêkirin. Lê belê Erdogan çi dike bila bike wê bi ser nekeve û em ê hemû xirabiyên wî ku li dijî kurdan kirine derxînin holê. Bi vî awayî  hemû kes wê  rûyê Erdogan ê rastî bibîne. Her wiha gelê Efrînê bi rojane li dijî vî şerî li ser piyan e. Ji 7 salî bigire heta 70 salî li dijî van şeran dertên û dibêjin ku em Efrînê nadin û Efrîn ya me ye. Gelê Efrînê ji kuştinê natirse, ger ku bitirsiyana wê ji Efrînê derketana. Lê belê  dernayê û têdikoşe.”   ‘Bedela herî  giran jin û zarok didin’   Ayhan di berdewama axaftina xwe de got ku Erdogan di dema şerê Şengal û Kobanê de digot Şengal û Efrîn dikeve lê Şengal û Kobanê neket, berovajê wê li dijî zilmê rabû li ser piyan e, têkoşiyan û wiha pê de çû: “Bi mîlyonan jinên Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin rastê tecawizê hatin û di bazaran de weka kole hatin firotan. Lê dîsa jî li dijî vî tiştî serî netewandin û têkoşiyan. Çawa Şengal û Kobanê bi ser ket wê Efrîn jî bi ser keve. Dema mirov li dîrokê dinêre di dîrokê de li dijî hemû zext, kuştin, qetilkirinan mazlûm bi ser ketine û tu carî zalim bi ser neketine. Di şerê Efrînê de herî zêde jin û zarok bi bandor bûne. Dema ku em li kesên jiyana xwe ji dest dane jî dinêrin zêdetir jin û zarok in. Bedela herî zêde jin û zarok didin. Dema em  li dîrokê dinêrin jî bedela herî zêde jinan daye.”   ‘Kurdistan tim bi ser ket’   Ayhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê serdema rêveberiyên xweser ên li kurdistanê jî û di dawiya axafitna xwe de wiha got: "Di dema şerê li Sûr, Silopî, Nisebînê de jî gelek kesî jiyana xwe dest da. Em ê tu carî wan şehîdên xwe ji bîr nekin. Kurdistan tim bi ser ket. Mînak Kobanê, Şengal, Sûr, Nisebîn, Cizîr, Silopî bûn sembola berxwedan û têkoşînê. Efrîn jî wê bi ser keve û wê bibe mînaka berxwedan û têkoşînê. Em ê Efrîn bi tenê nehêlin û em gelê kurd em ê bi hev re xwedî li Efrînê derbikevin.”