Li dijî KHK, qeyûm û zayendperestiyê:Platforma Jinan a Amed Dîcle 2018-02-06 09:09:46   AMED - Piştî komele û saziyên jinan ên bi KHK’yan hatine girtin şûnde kuştin û şîdeta li ser jinan zêde bû. Endama Platforma Jinan a Amed Dîcle, Xecê Şen diyar kir ku dixwazin jinan bê alternatîf bihêlin û wiha got: “Em ê wek çemê Dîcleyê ji Mezopotamyayê biherikin û bibin alternatîfa jinan.”   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde bi KHK’yên hatin derxistin geleks azî û komeleyên jinan hatin girtin. Bi girtina sazî û komeleyan re şîdet û kuştina li ser jin û zarokan zêde bû. Bi qanûnên ku bi destê dewletê hatin derxistin re hewl hat dayîn ku destkeftiyên jinan ji destên wan bên girtin û qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûn jî Midûriyetên Jinan û Serokatiyên Daîreya Polîtîkayên Jinan girtin. Bajarê Amedê jî ji van girtinan nesîbê xwe girt. Jinên qadên cuda ji bo dengê jinan bidin bihistin hatin cem hev û Platforma Jinan a Dîcle Amedê  bi dirûşma ‘Gotin û hêza me ya em bên cem hev heye’  hat avakirin.   ‘Em ê bibin alternatîf’   Xecê Şen diyar kir ku piştî sazî û komele bi KHK’yan hatin girtin şûnde jinan xwe di valahiyek mezin de dîtine û got: “Di vê pêvajoyê de jin bi tacîz, êrîşa zayendî, şîdet û zextan re rû bi rû man. Ji bo em bibin dengê jinan me platformek wisa ava kir. Em ji çanda platformê ne durin. Bi armanca em ji jinan re qadek alternatîf ava bikin em bi gelek jinan re hatin cem hev.”   ‘Em bi coşek mezin hatin cem hev’   Xecê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo bên cem hev gelek hincetên wan hene û sedema wan ya ewil jî bilindkirina têkoşîna jinan e. Xecê anî ziman ku ew bi coşek mezin hatine cem hev û got wê di qada Tirkiye û navneteweyî de peywira pirê bibînin.”   Endama Platformê Serap Kiliç jî destnîşan kir ku di 10 salên desthilatdariya AKP’ê de kuştinên jinan ji  sedî hezar û 400 zêde bûne û bi vê re jî îstîsmara zarokan zêde bûye. Serapê wiha got: “Zîhniyeta paşverû rayeya birîna mehrê daye meleyan.  Daxuyaniyên diyanetê gihiştine astek dijwar. Emê dijminahiya li dijî jiNê bidin sekinandin. Di platformê de ligel jinên serbixwe psîkolog û parêzer jî hene. Emê bidin şopdarê dozan. Emê piştgiriyê bidin jin û zarokan.”