Meşa ber bi Efrînê ve berdewam dike 2018-02-05 16:52:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa mezin a ber bi Efrînê ve ku ji tevahî gelê Rojava - Bakurê Sûriyê û Şengalê tevli bû berê xwe da Efîrnê.   Bi Hezaran şêniyên ji Rojava - Bakurê Sûriyeyê û Şengalê ku tevli meşa ber bi Efrînê bûn ku ji Qamişloyê ketin rê  duh bi şev  gihiştin Kobanê û ji aliyê bi hezaran gelê herêma Firatê ve hatin pêşwarîkirin. Piştî ku gelê Kantona Kobanê jî tevli meşê bû meşvanan îro xwe gîhandin Minbicê û piştî ku ji wê jî gel tevli wan bû meş ber bi Efrînê ve hat berdewamkirin.    Meşvanên ku berê xwe dane herêma Efrînê piştî ku bi gelê Efrînê re bên gel hev wê meşa mezin li Efrînê bê destpêkirin.