Ayşe Gokkan hat binçavkirin 2018-02-05 15:19:27   MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan li navçeya Nisêbînê bi îdiaya derbarê wê de îxbar heye hat binçavkirin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbînê ya ku piştî pevçûnên li navçeyê qedexe lê hat ragihandin û di mehên dawîn ên sala borî de qedexe jê hat rakirin hat binçavkirin. Ayşe ya ku bi îdaya derbarê wê de îxbar heye hat binçavkirin birin Muduryeta Emniyetê ya Navçeya Nisêbîna Mêrdîne.