Kurdên êzidî ji bo Efrînê konê piştgiriyê vekirin 2018-02-05 12:43:46   Delîla Axîn-Viyan Seîd   ŞENGAL - Kurdên êzidî li bajarokê Sinûnê êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û ji bo ku piştgiriya xwe bi gelê Efrînê re ragihînin konê piştgiriya bi Efrînê re vekirin.    Êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarê Efrînê di roja 17'emîn de berdewam dikin û li dijî vê berxwedana gelê Efînê jî bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li gel vê berxwedana Efrînê piştevaniya bi Efrînê re jî ji aliyê kurdan ve li çar parçeyên Kurdistan, Ewropa û Tirkiyeyê berdewam dike. Kurdên êzidî yên li Şengalê jî di çarçoveya piştgiriya ku tê dayîn de li bajarokê Sirînê yê Şengalê ji bo Efrînê konê piştevaniyê vekirin.    Jinên êzidî ku tevli çalakiyên li kon ê li Sîrînê hat vekirin bûn êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin ku ew berxwedana gelê Efrînê silav dikin. Jinên êzidî anîn ziman ku berxwedna Efrînê hêz ê dide wan û piştgiriya xwe bi gel û jinên Efrînê re anîn ziman.   'DAÎŞ'ê li Şengal têk çû wê AKP jî li Efrîn têk biçe'   Ji jinên ku tevli çalakiya kon bun Herîvan Merwan piştevaniya xwe ya bi gelê Efrînê re bi van gotinan anî ziman: "Ji roja despêkê heta îro çewa ku me da diyarkirin em îro jî dibêjin em bi gelê Efrînê re ne. Bila Erdogan baş bizanibe ku çewa hevkarê wî DAÎŞ'ê  li Şengalê bi ser neket wê ew jî  li Efrînê bi ser nekeve. Ez ji  malbatên jin û zarokên ku jiyana xwe ji dest dane re her wiha şervanên azadiyê ku şehit ketine û ji hemû gelê kurd re sersaxîyê duxwazim. Ew dijminê xwînxwar ku xwe bi qetilkirina jin û zarokan bi hêz dike bila baş bizanibe ku axa Efrîn axa meye, zarokên Efrînê zarokên mene. Emê heta dawîye bi hevre tekoşîn bikin. heta ku Efrîn azad nebe em jî li vêderê ranawestin. Bangawazîya min ji hûm kesên ku dibêje ez mirovim xwedî wîcdanim bila rabin ser piyan dem dema li dijî qetlîama serî hildanê ye.