Jinên Êzidî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin 2018-02-05 10:08:15   Ferîde Zede-Lîlav Elî   EFRÎN - Jinên  Êzidî yên li Herêma Efrînê  êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê û navçeyên wê şermezar kirin û banga bidawîkirina êrîşan li dewleta tirk kirin.   Jinên Êzidî yên li herêma Efrînê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Efrînê û hemû navçeyên wê şermezar kirin û bertek nîşanî bêdengiya  hêzên navneteweyî ya li dijî van êrîşan dan. Jinan bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşên li ser sivîlên Efrînê rawestîne.    Koordînatora Yekîtiya Jinên Êzidî Rehîme Dedo êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û wiha got: "Sûriyeya ku hemû pêkhateyan di nav xwede hembêz dike, îro ji aliyê dewleta tirk ve bi awayekî hovane tê bombabarankirin. Ji dîrokê jî xuyaye ku gelê kurd ne terorîst e. Çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta tirk ku navê mislimantiyê li xwe dikin, bi hevkarî di tebaxa 2014'an de li Şengalê bi hezaran zarok qetil kirin û îşkence li jinên kurd ên Êzidî kirin. Em Jinên êzidî ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve ji destên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin, em îro li herêma Efrînê soz didin şervanên YPG/YPJ'ê ku heta dawiyê em ê li kêleka wan bin û nahêlin ku dewleta tirk derbasî xaka herêma Efrînê bibin."   'Wê Erdogan nikaribe Efrînê dagir bike'   Her wiha Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Zên El-Dîn jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Heta ku fikir û felsefeya Rêberê gelan Abdullah Ocalan di nav civakê de be, wê Erdogan tu carî nikaribe bihostek ji axa Efrînê dagir bike. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku van êrîşan rawestînin. Heta ku ev êrîş berdewam bikin wê hemû pêkhateyên li Efrînê jî yek dest bin li hember dagirkeriya dewleta tirk û têkoşîna xwe bidomînin."   'Hêzên navneteweyî bêdeng in'   Endama Têkiliyan a Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Cafer jî têkildarî êrîşên li ser Efrînê wiha got: "Piştî ku dewleta tirk û çeteyên DAÎŞ'ê li hember berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê, Minbic û Kobanê têk çûn, îro careke din dewleta tirk bi alîkariya hêzên navneteweyî bi hemû çekên giran û balafiran êrîşî gelên sivîl ku li herêma Efrînê dijîn, dike. Dewleta tirk a ku dibêje 'ez misilman im, hovîtiya xwe li ser cenazeya Şehîd Barîn Kobanê careke din nîşan da."    'Em piştigirên YPG/YPJ'ê ne'   Gulê Cafer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Çawa ku çeteyên DAÎŞ'ê di 2014'an de li Şengalê komkujî li ser sivîlan pêk anî, îro dewleta tirk jî  li Efrînê bi heman awayî komkujiyan pêk tîne û  dixwaze vîna gelê Efrînê bişkîne. Lê belê em wek jinên Êzidî li herêma Efrînê em piştgiriyê didin hêzên YPG-YPJ'ê  û em nahêlin ku axa Efrînê bê dagirkirin."