'Bi têkoşîna Avêste Xabûr û Barîn Kobanê Efrîn wê bi serkeve' 2018-02-04 18:49:29   Lîlav Elî   EFRÎN - Jinên berxwedêr ên herêma Efrînê ku tevli meşa li Efrînê hat lidarxistin bûn hovîtiya dewleta tirk bi tundî şermezar kirin.   Di bin diruşmeya"gefên dewleta Tirk îradeya gelê Efrînê naşkîne" de jinên ku beşdarî meşa girsayî bûne êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û diyar kirin ku ew wek jinên herêma Efrînê wê li ser xeta tekoşîna Şehîd Avêste Xabûr,Barîn Kobanê,Arîn Mîrkan bimeşin.   Endama Hêza Parastina Civakî Gulîzer Muhemed huvîtiya dewleta tirk şermezar kir û wiha got"Em wek jinên herêma efrînê bi hêrisa dilê xwe em ê li hember dagirkeriya dewleta tirk bisekinin,tang û topên dewleta AKP'ê tu carî vîn û îradeya me neşkînin,xeta ku Şehîd Avêste Xabûr,Barîn Kbanê dest pêkiribû jinên herêma Efrînê wê dewam bikin."   Hevseroka komuna Şehîd Ferhad Emîne Qader jî şerê ku dewleta tirk ji bo dagirkirina Herêma Efrînê daye destpêkirin şermezar kir û got;"Erdogan bi hemû çekên xwe û balfirên xwe êrîşî Efrînê dike, bi tayîbet sivîlan armanc digire û dixweze ku gelê herêma efrînê têk bibe. Lê belê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku gelê Efrînê bi tayîbet jinên berxwedêr ji êrîşên wî natirsin. Heta ku şaxek darê zeytonê di Efrînê de hebe em ê berxwedana xwe dewam bikin."   Welatiya bi navê Nazliyê Xelîl ya ji navçeyê şera ye jî ev tişt got;"Ger dewleta tirk sed balafiran jî bişîne Herêma Efrînê nikare zarokekî jî bitirsîne.  Ji ber ku îradeya gelê Herêma Efrînê ji balafirnên artêşa tirk xurtir e."   Her wiha Endama Yekîtiya Êzdiyan Nazliyê Hemîd Qadî jî êrîşên dewleta tirk bi van  gotinan şermezar kir"Bi hêz û berxwedana şervanên YPG-YPJ'ê û gelê herêma Efrînê wê Efrîn bi ser keve û serkeftina Efrînê wê azadiya Rêberê gelan Abdulah Ocelan bi xwe re bîne."