Gelê Efrînê: Em li vir in û mil bi mil li ber xwe didin 2018-02-04 17:23:52   EFRÎN - Li Erîna ku bi sedhezaran kes li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiya, kurd, ereb, ermenî, jin, mêr, zarok û kal û pîran heman peyam da: "Bi propagandaya derewîn a dagirkeran bawer nebin. Em li vir in û mil bi mil têdikoşin. Efrîn warê serhildanê ye û wê ev serhildan bi ser keve."   Welatiyên Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ku di 20 çileyê de li dijî Efrînê dan destpêkirin kolan dagirtin û  gotin; "Em li vir in û em rê nadin dagirkirinê."  Di meşa girseyî ku bi pêşengiya TEV -DEM û Kongreya Star hat lidarxistin de ku bi sedhezaran kes tevli bûn, ji Qada Newrozê di bin pankarata bi nivîsa "Em ê bi îradeya gel êrîşên dagirkirinê yên dewleta tirk çeteyên hevkarên wê têk bibin" hat destpêkirin.    Di meşa ku zarok û jinan li herî pêş cihê xwe girtin de, pankart û dowîzên bi kurdî , îngilîzî û fransî êrîş hatin şermezarkriin. Di meşê de pankartên bi nivîsa  "Hewldana dagirkeriyê ya artêşa tirk îradeya Kantona Efrînê neşikîne", "Bijî berxwedana sedsalê",  "Bi rûhê Avesta Xabur wê Efrînê bi ser keve" hatin vekriin û zarokan jî wêneyên zarokên ku di encama êrîşên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û dowîzên li ser wan "Erdogan zarokan dikuje", "Erdogan terorîst, "Efrînê dilê Kurdistanê ye" yên bi ingilîzî, farisî, erebî û kurdî hilgirtin.    Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin   Di meşa ku veguherî mîhrîcana azadiyê de, flamayên YPJ, YPG'ê û Ala Kurdistanê hat vekirin. Kesên ku şaxên zeytûnê yên sebola Efrînê ne girtin destên xwe posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên Avesta Xabûr, Baran Barîn Kobanê û yên kesên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin.    'Rê ji dagirkirinê re tune ye'    Herwiha di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Raperîn ya me ye", "Bijî Berxwedan", "Rê ji dagirkeriyê re tune ye", Efrîn ya me ye"  û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Meş li ber Nexweşxaneya Dêrsim ku li derketina Efrînê ye bi dawî bû. Li ber nexweşxaneyê li ser navê TEV -DEM'ê Bedirxan Ciyakurd axivî û wiha got: "Ev 16 roj in berxwedana Efrînê berdewam dike, gelê efrînê yek e û wê axa xwe neterikîne."   Abdulhamît Mustafa jî li ser navê gelê ereb axivî û wiha got: "Em wekî gelê ereb vê dagirkirinê qebûl nakin. Em çi kurd çi ereb em ê li ser riya şehîdên xwe berxwedana berdewam bikin."   'Bila hemû cîhan  bizanibe ku wê Efrîn bi ser keve'   Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Kongereya Star Havîn Hisên jî wiha axivî: "Wê kesek nikaribe îradeya jinê têk bibe, çikas êrîşî cenazeyên me dikin bila bikin ewê dijberî vê berxwedana me mezin bibe.  Dewleta tirk dibêje 'li Efrînê kesek nemaye'. Em hemû ciwan, jin, zarok, kal û pîr li Efrînê ne. Bila vî gelî bibînin. Em bi hev re li ber xwe didin û naçin derekê. Ruhê Arîn Mîrkan ê li Kobanê îro li Erînê bi Aveta Xabûr û bû Barîn Kobanê. Ev berxwedana me ya mezin nîşan dide ku em li gel keç û xortên Erînê ne. Efrîn berxwedan e, îro jî li ber xwe dide û wê bi ser keve. Bila hemû cîhan vê bizanibe."    Li ser navê gelê ermenî jî Hisên Krdî axivî û ev tişt  got: "Em dagirkeran ji dîrok nas dikin ku çi anîne serê gelan. Bila kesek me nexapîne. Efrîn ya gelên li Efrînê dijîne û wê gel axa xwe biparêzin."   Meşa ku bi sedhezaran kes tevli bû ya Efrînê bi dirûşman bi dawî bû.