Ji bo jinên ereb li Tilkoçerê akademiya xweser hat vekirin 2018-02-04 11:11:13   GIRKÊLEGÊ - Yekmîn akademiya jinê ya a xweser ji bo jinên ereb li  Tilkoçberê bi navê 'Şehîd Rojbîn Erab' bi şahiyekê hat vekirin.   Li bajarokê Tilkoçerê yê  girêdayî navçeya Gikêlegê ya kantona Qamişlo yekmîn akademiya jinê ya bi navê 'Şehîd Rojbîn Ereb' ji bo jinên erb bi şahiyekê hat vekirin. Ji bo merasîma vekirina saziyê bi dan jin ji sazî û rêxstinên civakî tevli bûn. Li Akademiya ku xweser ji bo jinên ereb cara yekê li Tilkoçerê hat vekirin wê 20 jinên ereb ji tevahî Herêma Cizîrê lê perwerdeyê bibînin. Dwreya perwerdê ku bi navê şehîd Sêal Cûdî hat destpêkirin  wê 20 rojan bi dayîna dersên îdeolojiyê berdewam bike.   Piştî merasîma ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan û merasîma vekirinê li ser navê Kongreya Star Mûna Almîzhîl axivî. Mûna akademî li tevahî jinan pîroz kir û got ku ev akademî ji bo jinên ereb ku xwe bi rêxistin bikin gelek girîng e.     'Ji bo jinên Ereb şensek e'   Li ser navê Meclisa Tilkoçer  jî Sehda Alxelef axaftin kir. Sehda  diyar kir ku ev akademî ji bo jinên ereb şenseke û ev tişt  got:" Vekirna Akademiyê wê ji bo jinên ereb guhertina zihniyetê û şikandina koletiyê bîne. Wê jinên ereb bi riya vê akademiyê  fikir û felesefiya azad a rêber Abdullah Ocelan nas bikin."   'Perwerdeya jinan girîng e'   Eylem Dêrik a ku li ser navê akademiyê axivî jî bal kişand ser girîngiya perwerdê ya ji bo jinan û wiha got: "Perwerdebûna jinan girîng e. Dema ku jin perwerde bibe û azadiya xwe bi dest bixwe wê bi jinê re civak jî azad bibe.  Divê ku hemû jin bên perwerdekirin ji bo ku ji koletiyê rizgar bibin."   Piştî axaftinan akademî ji aliyê  dayîka şehîd Sêal Cûdî ve hat vekirin û merasîm bi govendê hat bidawîkirin.