Bi Karîn Karakaşli re sohbeta yekşemê: nivîs, muxalîf e… 2018-02-04 09:27:01   Evrîm Kepenek   STENBOL - ‘Ez hewl didim pênûsa xwe nedim xeyîdandin. Ez hewl didim zimanê nefretê ava nekim.’ Ev gotin aydê Karîn Karakaşli ne û sira hevokên xwe vegot. Karînê diyar kir ku derdê wê yê herî mezin bi pergala serdest ya mêr re ye û got ew hewl dide pirtûkên xwe biguhere pirtûkên dozekê, ji ber nivîs muxalîf e.    Nivîskar Karîn Karakaşli bi pênûs, fikr û nivîsên xwe li dijî cîhana serdest ya mêr e.  Karînê sira hevokên xwe yên paqij û zelal ji xwendevanên Jin News re parve kir.   *Di nivîsên we de  tê hîskirin ku têkiliyek taybet bi rastiyê re  heye…   Rastî,  hesta samimiyetê ya mirov wenda nake ye. Ez dibêjim nivîs muxalîfe.  Ji bo nivîsê divê derdekî mirov hebe. An jî hewcedariya xeyalkirina tiştekî din.  Li vê erdnîgariyê wêje ji bom e dij fermiye.  Ji ber em li erdnîgariyek derewên fermî zêde ne dijîn.  Di çîrokekê de şansê ku ti dengê erdnîgariyê vebêjî heye.  rastiya jiyanê gelek balkêşe.   Mirov ji zarokan zelal bûn û paqijbûnê hîn dikin. Di wir de diyalogên paqij û zelal dertên holê.  Ez bi dengekî xwedevend bawerim.  Ti karekterê wan naafirînî. Berovajî vê  ti teslîm dibî.    *Pirtûka we ya yekem Can Kiriklari ye.. bi berhemên navê wan cudaye diafirînî?   Ez navê pirtûkan herî dawî datînim.  Hesta herî giştî çibe ew herî dawî dertê holê.  Ez ji hesta ku pirtûk dihêle re dihêlim.  Can Kiriklari jî xwe dispêre çîroka jin û zarokên nehatine guhdarkirinê.   *Dema hun dinivîsin dîsîplînek we ya taybet heye?   Dîsîplînek min ya klasîk a xebatê tinebû. Min di vapuran de gelek nîşe digirt. Ez di hawirên qerebalix de dinivîsim.  Bi salan nîşeyên min girtine hene.  Piştre bi awayekî herikbar, derbasî nivîsîdibe.   *Hun çîrok van an jî helbestvanin?   Ez çîrokvanim. Romanek min heye. Ew jî min cureyên cuda lê tevlî kir û ava kir.  Di nav de ji ber karakteran helbest hene.  Helbest ji bo min tiştekî cuda ye.  Ew min azad dike.   *Hun xwe çawa xurt dikin?   Ez xwendinê bi mafê wê nekarim bikim. Ez xwendinên qadan dikim. Ji bo min ev xwendin deforme bû. Muzîk û sînema min xurt dike. Ez ji wir gelek xwe xwedî dikim. Ez bi helbest, stran û fîlman pênûsa xwe xurt dikim. Derdê min eve ku ez pênûsa xwe nedim xeyîdandin. Ez hewl didim zimanê nefretê ava nekim. Ez li vê baldarim.   *Hun wek nivîskareke jin der barê nivîskariya jinan de çi hîs dikin?   Ez dema dinivîsim wek nivîskara jin nadim hîskirin. Ez ji mirovekê pêk têm. Di xwezaya nivîsê de ev heye:Marangozek di çend salan de  tecrubê qezenc dike, bixwe bawer dike. Di nivîsê de berovajî vê rewş heye.  Ez her carê heman bêbawerî û tirsan hîs dikim.   ‘Ez mêrtiyê ji faşîzmê cuda nagirim’   *Di wêjeyê de serdestiya mêr çawa ye..   Serdestî hebe, mêrtî hebe, ez ji netewperestî û faşîzmê cuda nagirim.  Ev hemû ji hev hêzê digirin û ava dibin. Wek  nayên darizandinê ne.   *Di tûrikê Karînê de çi heye?   Ez naxwazin wêjeya zarok û ciwanan têk bibim. Ez ji vir xwedî dibim. Min pirtûkek zarokan teslîm kir.Ew girseya xwendevan girseya herî karîzmatîk a cîhanê ye. Hatina cem hev jî min kêfxweşdike.  Di destê min de dosyak helbestê heye.Pirtûkek din jî heye. Ez hinek jî xwe didim zorê