Jinên ji şervanan xwarinê çêdikin: Em ê axa xwe biparêzin 2018-02-03 09:38:16   Ferîde Zade-Cûdî Zêno   EFRÎN - Jinên gundên Qurt Qolaqî, Kîmarê û Bênê yên girêdayî navçeya Şerayê ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ'ê xwarin çêkirin û gotin:" Em ne bê hêvî ne, em bi hêz in û em ê axa xwe biparêzin."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber berdewam dike û ket roja xwe ya 15'an. Her wiha ji bo piştgirî û parastina axa Efrînê jinên Navçeya Şera jî xwarinê ji şervanên YPG û YPJ'ê re çêdikin. Jinên Efrînê diyar kirin ku axa welatê wan ji bo wan pîroz e û ew ê xwedî lê derkevin.    Hevseroka Komîna gundê Qurt Qolaqî, Hûriye Reşîd derbarê êrîşên li ser Efrînê axivî û wiha got: "Dewleta Tirk bê navber êrîşî herêma Efrînê dike, lê tevî hemû teknîka xwe ya pêşketî nikare hêza gel bişkîne û gel ji hev veqetîne. Îro ji bo piştgiriya berxwedana YPG û YPJ'ê jin kom bûne da ku xwarinê ji bo wan çêbikin. Em bêdengiya rêxistinên mafê mirovan jî şermezar dikin, qaşo mafê mirovan demokrasiyê diparêze lê bêdengiya wan tê wateya piştgiriya bi dewleta Tirk re ya ku dibe sedema kuştina sîvîlan. Em jî weke jinên herêma Efrînê dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."   Rebîe Welo bêdengiya rêxistinên mafê mirovan şermezar kir û wiha got: "Balafirên dewleta Tirk herêma Efrînê bi şev û bi roj bombebaran dike, sivîl û zarokan dikuje. Lê li hember vê hovîtiyê rêxistinên mafê mirovan bêdeng in. Em vê bêdengiya wan şermezar dikin. Em niha ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ'ê ku ji bo parastina me di eniya pêş de şer dikin, xwarinê amade dikin."   'Em ê axa xwe biparêzin'   Welatiya bi navê Fikret Muhemed jî diyar kir ku YPG û YPJ'ê zarokên wan e û wiha pê de çû: "Jinên gundê Qurt Qolaqî sibehê zû dest bi çêkirina xwarinê ji bo şervanên YPG, YPJ'ê û QSD'ê kirin. Ew zarokên me ne, wekî ku dewleta Tirk dibêje ew ne terorîst in. Em ê axa xwe ji hemû êrîşên dewleta Tirk û çi hêzeke din be, heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin."   'Em li berxwe didin'   Sîham Hesen jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kir û wiha got: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bê navber didomin. Em jî weke jinên gundê Qurt Qolaqî kom bûn da ku em xwarinê ji zarokên xwe re ango ji YPG û YPJ'ê re çêbikin. Em ê heya dawiyê li kêleka wan bisekinin. Hîn jî balafirên dewleta Tirk herêma Efrînê bombebaran dike, lê tevî vê jî em li ber xwe didin û em ê li hember dewleta Tirk ku dibe sedema mirina zarok, jin, kal û pîran heta dawiyê liberxwe bidin. Em ji rêxistinên mafê mirovan re jî dibêjin ku pêwîst e zûtirîn rê li ber van komkujiyên dewleta Tirk bigirin."   'Îradeya me naşkê'   Welatiya bi navê Hacê Nebo ya ji gundê Kîmarê êrîşê dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û got:" Dewleta Tirk ji bo îradeya gelê kurd bişkîne bi hemû çekên xwe êrîş dike lê belê çi dike bila bike û çiqas êrîş me jî bike îradeya me naşkê. Em ji gundê xwe dernakevin ji ber ku me ji fikir û felsefeya Rêber Apo hêzek bê hempa digirin."   Her wiha welatiya bi navê Emîne Cafer wiha got:" Dewleta Tirk dihizire ku ew çawa ket Kobanê û xirab kir wê bikaribe bikeve Efrînê jî û dagir bike, lê belê bila baş zanibe ku gelê kurd ne yê berê ye tevahê gel bi taybet jin hatin perwerdekirin û bi hêza jin dewleta Tirk a dagirker wê li Efrînê têk biçe. Em bi yek destî bi şervana re ne."   Di heman demê de welatiya bi navê Fatmê Reşîd wiha got:" Ez wek dayikek Şehîdan heta dawiyê bi berxwedana Efrînê re me. Em ê ji bo hêzên xwe û serkeftina gelê kurd canê xwe feda bikin. Em şopdarê şehîdên azadiyê ne."