Ji bo Rîhan Gulo konê sersaxiyê 2018-02-02 10:22:41   QAMIŞLO - Ji bo Rîhan Gulo li Cizîrê konê sersaxiyê hat vedan.    Ji bo Gulan Gulo ya bi nasnavê Rîhan Gulo ku duh di encama êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê  de  jiyana xwe ji dest dabû, îro li Taxa Xerbiyê ya Bajarê Qamişloyê kon hat vedan. Di merasîma ku ji bo vekirina kon hat lidarxistin de gelek sazî û welatî amade bûn. Her wiha Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  û Yekîneyê Parastin Jinê (YPJ) jî tevli konê şûnê bûn.   Di merasîma ku hat lidarixistin de Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  Enkîzek Nûrheq axivî û wiha got: "Em di kesayeta heval Gulo de hemû hevalên ku pê re jiyana xwe ji dest dane û pakrewanên din ên azadiyê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata heval Gulan û gelê xwe re dixwazin. Divê ku em van kêliyên dîrokî ji bîr nekin û em li ber xwe bidin. Dewletên Navneteweyî û dewleta tirk komplo û planan li ser me kurdan pêk tînê. Lê nikarin hêza me bişkînin û em ê bi ser bikevin. Her wiha em soz didin ku tola şehîd Gulan û hemû rêhevalên xwe yên din hilînin."   Konê ku hat vedan wê heta du rojên din vekirî bimîne.