Komeleya Mafên Mirovan ji bo Efrînê daxuyanî da 2018-02-02 09:46:58     GIRKÊLEGÊ - Komeleya Mafên  Mirovan bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daxuyaniya çapemeniyê da.   Li navçeya Girkêlegê ya girêdayî Kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Endamên Komeleya Mafên Mirovan û gelê Girkêlegê beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên li ser Efrînê êrîşa li ser nirxên mirovahiyê ye û divê demildest hêzên navneteweyî li dijî van êrîşana dengên xwe bilind bikin.   Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tevahî rêxistinên mafên mirovan rê li pêşiya Erdogan bigirin ku ev êrîşana bisekine û aramî û aştî were.    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.