Talîmat ji Tayyip Erdogan îcrat ji darazê! 2018-02-02 09:19:21   Duygu EROL   ENQERE - Aliyên ku polîtîkayên hikûmetê rexne kir, bi talîmata serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve lêpirsîn lê hatin vekirin, an hatin girtin an jî îxrackirin.   11 doktorên endamên TTB’ê ku li dijî êrîşên Efrînê banga ‘aştiyê’ kirin ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve  bi gotinên ‘hezkiriyên terorê’ hedef hatin girtin û ev 4 roj in di bin çavan de ne. Li dijî binçavkirina endamên TTB’ê  ji her derê bertek hat nîşandan.   Daraz dixebite   Bi hezaran kesên heta niha bertek nîşanî şer dan, danezan weşandin,polîtîkayên hikûmetê rexne kirin ji aliyê serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve wek ‘hezkiriyên terorê’, ‘ Ew van terorîstan xwedî dikin’ hedef hatin nîşandan. Bi hezaran kes bi gotinên nefretê rastî lînçê hatin, derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin, hatin binçavkirin, an hatin girtin an jî îxrackirin.   Ewil akademîseyen hedef hatin girtin   Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde, şerê li Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin û akademîseyanan di 11’ê Çileyê 2016’an de danezana ‘Em nabin hevkarî vî sûcî’ weşandin û piştî vê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hedef hatin girtin.    Ji bo şaredariyan talîmata qeyûm   Di hedefa Tayyîp Erdogan de ku derketibû neçîrê, vê carê şaredariyên DBP’ê hebûn. Di 16’ê Hezîrana 2016’an de  di tevlîbûna xwarineke fitarê de şaredariyên DBP’ê hedef nîşan da û got çi hewce be wê bikin. Bi giştî bi talîmata wî qeyûm tayînî 94 şaredariyên DBP’ê bûn. Hevşaredar hatin girtin û xebatkar ji kar hatin girtin, îxrackirin.   Destnedan hatin rakirin   Piştî qeyûman dor hat parlamenterên HDP’ê. Di çarçoveya plana ‘têkbirinê’ de di 21’ê Gulana 2016’an de di rûniştina hat kirin de destnedana parlamenterên HDP’ê bi dengên AKP, CHP û MHP’ê hat rakirin. Di serî de hevserokên HDP’ê bi giştî 9 parlamenterên HDP’ê hatin girtin,  parlamenteriya 5 parlamenteran hat xistin.   Parêzvanên mafê mirovan hatin girtin   Neçîra li dijî muxalîfan hatibû destpêkirin berdewam kir. Di 6’ê Tîrmeha 2017’an de li Girava Mezin a Stenbolê 10 parêzvanên mafê mirovan di civînê de hatin binçavkirin.   Herî dawî jî 11 doktorên endamên Konseya Navenda TTB’ê bi hinceta ku banga aştiyê kirin hatin binçavkirin.