Gelê bajarokê Zirganê ji bo Efrînê meşiyan 2018-02-01 16:19:27   SERÊKANIYÊ - Bi sedan gelê bajarokê Zirgan û gundewarên wê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê meşek li dar xistin.   Bi sedan gelê bajarokê Zirgan û gundewarên wê yên girêdayî bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê bi pêşengtiya Yekîtiya Mamosteyên Zirganê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê meşeke girseyî li dar xistin. Meş bi alên YPJ/YPG'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin. Her wiha panqartên " Ji bêdengiya navneteweyî re na", "Bijî berxwedana Serdemê" hat hilgirtin. Meş ji Mala Gel dest pê kir û  li ber Mizgefta mezin rawestiya.   Piştî deqeyek rêzgirtin,  li ser navê Yekîtiya Mamosteyan ên Zirganê Şêrîn Abdu axivî. Şêrîn diyar kir ku tevahî gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê dê bi hemû netewên xwe ji bo Efrînê canê xwe feda bikin. Wê kes nikaribe îradeya azad bişkîne, em ê bi ser bikevin.   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê bi dawî bû".