Dayikên aştiyê girtina Leyla Guven şermezar kirin 2018-02-01 14:10:28   AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi minasebeta Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxûyanî li komeleya avahiya xwe de da. Safiye got ku Seroka wan Leyla Guven çi sûcê kiriye ku hate girtinê, wê bi tenê aşitiyê xwest û ji bo aştiyê bangawazî dikir.     Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22'yê Çileyê de li ber mala xwe hatîbû binçavkirin û bi îdiaya  "Rêxistina çekdarî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye", "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "gel li kîn û nefretê sor kiriye' hate giritin. Meclîsa Dayikên Aştiyê jî bi minasebeta girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxûyanî li avahiya komeleya xwe dan. Daxûyanî li ser navê dayikan  ji aliyê  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Safiye Sezgîn ve hat xwendin  û Leyla got ku Seroka wan Leyla Guven tu sûc nekriye,  wê bi tenê aşitiyê xwest û ji bo aştiyê bangawazî dikir.       Safiyeyê di berdewamiya axftina xwe de got ku îro tiştê tînin  serê wan nayê serê tu kesî û ev tişt got: “Seroka me Leyla çi sûc kir ku hate girtinê. Wê bi tenê aşitî xwest û ji bo aştiyê bangawazî dikir. Wê ev têkoşîna me kurdan heta dawiyê berdewam bike. Ev şer wê berdewam neke û wê bê bidawîkirin. Dawiya her şerî aştî û azadî ye.”   Safiye di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan îro li Efrînê şerek dijwar daye destpêkirin. Gelê  Efrînê çi ji wan kiriye?  Daxwaza gelê Efrînê ew e ku li ser axa xwe azad bijîn.  Dawiya vê tuneye.”   Daxûyanî bi xwandina helbestekê bi dawî bû.