Ji jinên Ewropayê çalakiya 'Ji bo Efrînê em milyonek li qada ne' 2018-02-01 11:55:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinê ya Lixwedîdeketandina Efrînê ya Ewropayê dê bi şîara "Ji bo Efrînê em milyonek li qada ne" çalakiyên girseyî li dar bixin. Jinan ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî bang li hemû jinan û li gelê kurd kirin.    Platforma Jinê ya Lixwedîdeketandina Efrînê ya Ewropayê derbarê çalakiyên ku dê di serî de li  Elmanya, Avusturya, Swêd, Hollanda, Finlandiya, İskoçya, Danimarka, Kanada, Avusturalya, Fransa, İsviçre, Îngilistan, Norveç, Kıbrıs, Belçika û li gelek welatî pêk were daxuyanî dan.    'Li ber çavên hemû cîhanê hovîteyek tê jiyîn'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên li dijî Efrînê ket roja 13'an û wiha hat gotin:"Dewleta tirk axa Efrînê bi rojan e ku bombebaran dike û zarok, jin û sîvîlan qetil dike. Dewleta tirk ji hêzên navneteweyî hêzê digire û çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Di sedsala 21'emîn de li pêş çavên cîhanê komkujiyek tê jiyîn."   'Kesên ku ligel serîhildanê cihê xwe digirin dê bi ser bikevin'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê li dijî komkujiya gelan bêdeng neyê sekinandin û wiha hat gotin:"Em bang dikin ku gelê Ewropayê jî di vê serîhildana bi rûmet de li ba gelê Efrînê be û ji vê hevkariya qirêj a dewletên Ewropa bibêjin bisekine. Bila ev yeka baş bê zanîn ku kesên li ba serîhildana Efrînê û jinên Efrînê bin dê bi ser bikevin, yên din dê têkevin qutiya çopê ya dîrokê."   'Di 3'ê Sibatê de divê jiyan bisekine'   Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê ji bo piştgiriya bi Efrînê re mezin bibe di serî de jin, hemû gel beşdarî çalakiya ji bo Efrînê bibin û wiha hat gotin."Divê di 3'ê Sibatê de jiyan bisekine, di serî de gelê Kurd û gelên ku li dijî neheqiyê ye divê beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê bibin. Xwedîderketandina li serîhildana bi rûmet a jinên Efrînê û sekinandina vê dagirkirinê peywirek mirovatiyê ye."