Ajansa me cara 6'emîn hat astengkirin 2018-02-01 11:29:33   NAVENDA NÛÇEYAN - JIN NEWS a ku dengê jinan li cîhanê belav dike ji aliyê BTK'ê cara 6'emîn hat astengkirin.   Sîteya înternetê ya JIN NEWS a ku bi dirûşma"bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de" di 25'ê Îlona 2017'an dest bi weşanê kir ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê (BTK) dîsa hat astengkirin. Ajansa me di nava hefteyekê de cara 6'emîn hat astengkirin.   Heta ku sîteya me ya nû vebe hûn dikarin eyarê VPN çalak bike JIN NEWS'ê vekin.