Mala Raniyayê hilweşandin lê baweriya wê neşikiya 2018-02-01 10:57:23   Lîlav Elî-Ferîde Zede   EFRÎN - Raniya Mamo ya ku mala wê li gundê Çema yê Efrînê ye diyar kir ku mala wê di encama êrîşên dewleta tirk de hatiye hilweşandin û wiha got:"Mala min hilweşandin, ew gund bi tevahî jî hilweşînin ez dernakevim. Vir axa min e. Dê têkoşîna me êrîşa dagirkeran vala derxîne."   Êrîşîn dewleta tirk ên li dijî Efrînê ket roja xwe ya 13'an. Di destpêka êrîşên tirkiyeyê yên li ser Efrînê de di serî de gundên Raco, Şera, Mabata, Bilbilê, Cindirisê, Şerawa, Şiye, Meydanki bi balafiran û ji bejayî bi obusan hat bombebarankirin. Di vî şerê ku sîvîl hedef tên girtin de, kuştina sîvîlan her ku diçe zêde dibe. Welatiyên ku li gundên Efrînê dijîn her ku kamerayan dibînin dibêjin em dev ji gundê xwe û axa xwe bernadin.    Mala Raniyayê hilweşandin   Raniya Mamo ya ku 32 salî ye û li gundê Çema yê Şerayê tevî zarokên xwe dijî mala wê hat hilweşandin lê wê dev ji gundê xwe berneda. Wê têkoşîn hilbijart. Mala Raniyayê di 24'ê Çileyê de ji aliyê artêşa tirk ve bi obusan hatiye hilweşandin. Raniya û zarokên xwe sax man û li gund a niha li ba cîrana xwe dimîne.    'Em vir ji desthilatdaran nahêlin'   Raniya ya ku kamerayên me dibîne berê mala xwe ya hilweşiyaye nîşanî me dide pişt re hêrsa xwe diqêre û dibêje:"Dewleta tirk dixwaze me ji vir biqewirîne, em ji welatê xwe ji ser axa xwe koç nakin, ev der axa me ye, em ji desthilatdaran re nahêlin."   'Ew zarokên me ne'   Raniyayê wiha berdewam kir:"YPG/YPJ zarokên me ne, ew me diparêzin, 12 roj in ku hem ji hewayê hem bejahî li me didin lê em û zarokên xwe narevin. Ew tu encamên serkeftî ji van êrîşana nagirin loma êrîşî sîvîlan dike."   Raniya wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk di encama êrîşa desthilatdariyê de malên me hilweşand. Jinan û zarokan qetil dikin. Ev ne bes çeteyên we dişînin ser serê me. Ew çiqas êrîş bikin bila bikin Efrînê serî hilde û ev êrîşên dê vala derkevin."