Hebûn Êto: Em ê heta dawî serî hildin û Efrînê bi tenê nehêlin 2018-02-01 10:20:55   Berçem Cudî-Ilham Eloso   KOBANÊ - Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hebûn Êto têkildarî pêvajoya dawî ya Herêma Efrînê nirxandin kir û got: "Bêdengiya navneteweyî tê wateya erêkirina kuştina sivîlên Efrînê û dagirkirina axa Sûriyeyê."   Balafirên şer ên Tirkiyeyê bê navber navçe û navenda Efrînê bombebaran dike. Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û gelek sivîlan jî jiyan xwe ji dest dan. Di vê çarçoveyê de endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Hebûn Êto anî ziman ku Efrîn ne bêxwedî ye, ew warê têkoşîneke bi rûmet e.   Hebûnê di destpêka axaftina xwe de li ser planên di navbera Tirkiye û Rûsiyayê de axivî û wiha got: "Rewşa ku niha bi taybet li Rojava-Bakurê Suriyeyê tê jiyîn rewşeke ne nû ye, bi taybet kiryarên dewleta Tirk bû sedema şerekî giran. Çimkî her tim Tirkiye bi gefan nêzî Sûriyeyê dibû. Bi taybet ji bo Efrînê. Ev demek dirêj bû ku êrîşa li dijî Efrînê di rojeva Tirkiyeyê de bû. Erdogan bi vê siyaseta xwe hemû dewletên derve jî razî kiriye. Ew dewletên bêdeng jî mane,  tevlî bêdengiya xwe dibin hevkarê vî şerî. Rûsya di dîrokê de jî xiyanet bi kurdan kiriye. Îro jî vê xiyanetê li Efrînê dubare dike. Yê ku destûr da Tirkiyeyê di serî de Rûsya ye. Bi vî rengî Rûsya ji Efrînê derket û xwe da paş, da ku Tirkiye êrîş bike."   'Em ê heta dawî têbikoşin'   Hebûn bal kişand li ser bêdengiya hemû dewletên navnetewî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro li Efrînê gel bi balafir, tang û hawanan tên bombebarankirin, di encamê de sîvîl tên qetilkirin. Jin, zarok û kal tên qetilkirin. Bi vê yekê jî Rêjîma Baasê hîn bertek nîşanî vê yekê nedaye. Amerîka jî bêdeng dimîne. Heta niha tu Dewletan tiştek ji bo sekinandina şer û vê dagirkeriyê nekirine. Dewletên navneteweyî bêdeng in lê em ê heta dawiyê têbikoşin."   'Dagirkirina Efrînê, dagirkirina tevahî Sûriyê ye'   Hebûnê destnîşan kir ku yên li hember çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da û şer kir gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê bû û wiha pê de çû: "Ketina dewleta Tirk a Efrînê derveyî zagonên mirovahiyê yê navnetewî ye. Ji ber ku îro zarok tên qetilkirin. Ew gelê Kurd weke teror bi nav dike, lê gelê ku herî zêde li hember terorê û bi taybet li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer kiriye gelê Kurd e û xelkê Sûriyeyê ye. Bi vê yekê re dagirkirina Efrînê tê wateya dagirkirina tevahî Sûriyeyê. Ji ber vê jî bêdengiya di navnetewî de tê wateya ku bila insan werin kuştin û bila Efrîn dagir bibe. Ji bo vê divê bi taybet Rûsya li her cihî were şermezarkirin, gel nerazîbûna xwe nîşan bide, rabe ser piyan û van êrîşan qebûl neke. Efrîn wê bi tenê nemîne. Gel li Efrînê bi qehremanî li berxwe dide, bi taybet YPJ/YPG têkoşîneke xurt ji bo parastina Efrînê dike û bersivên dijwar jî didin Tirkiyeyê. Ji qadan navnetewî jî divê li hember van êrîşan daxuyanî werin dayîn, divê hemû cîhan li hemberî van planan têkevin nava hewldanê û zexteke mezin li ser Tikriyeyê çê bikin."   'Em Efrînê tenê nahêlin'   Hebûnê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew Efrînê bi tenê nahêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dirûşma me ya wekî gelê Kobanê jî ev e "Em Efrînê bi tenê nahêlin." Ji ciwanên Kobanê heta pîr û kalên wê em ê tevlî hemleya piştgiriya Efrînê bibin. Gelê Kobanê jî şerekî dijwar jiya û bi ser ket. Ji bo Efrîn jî bi ser bikeve, gelê Kobanê têkoşîna xwe berdewam dike.  Em weke TEV-DEM'ê jî van çalakiyan birêxistin dikin. Wê meşên me neyên sekinandin, ji Kobanê heta Girê Spî  û li tevahiya Rojava-Bakurê Sûriyeyê wê meşên şermezarkirinê yên girseyî werin çêkirin. Wê daxuyanî werin dayîn. Bi taybet hemleya ciwanan a 'Serî Hilde' jî wê çalakiyên xurt bike û em ê tucarî Efrînê bi tenê nehêlin."