'Viyan Soran sembola jina azad û têkoşer e' 2018-02-01 09:56:13   KOBANÊ - Rêhevala Viyan Soran ango endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif behsa ruhê têkoşîn û azadiyê yê Viyan Soran dike û dibêje ku Viyan Soran bi tevlîbûna xwe şoreşa jinên Başûrê Kurdistanê ava kiriye.    Viyan Soran (Leyla Welî) di sala 1981'ê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê çavên xwe ji jiyanê re vekir. Leyla ji eşîrên herî mezin ên li Başûrê Kurdistanê ye 'eşîra Caf' bû. Dema ku Viyan tevgera azadiyê nas dike di sala 1997'an de biryara tevlîbûnê dide û weke jineke Kurd mohra xwe li dîrokê dixe. Di sala 1999'an de dema ku komploya navnetewî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin û radestî dewleta Tirk tê kirin, Viyan Soran li dijî vê komployê bi çalakiyeke fedayî bertek û helwesta xwe nîşan da, di Sibata 2006'an de li Heftanînê ya herêmên Parastina Medyayê agir berdide canê xwe û çalakiya xwe dike.   Di vê çarçoveyê de rêhevala Viyan Soran ango Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif ew bibîr anî û bîranên xwe yên pê re parve kir.   'Tevlîbûna Viyan Soran şoreşa jina Başûr ava kir'   Dîlberê got ku tevî hemû şert û mercên hişmendiya desthilatdar Viyanê bi têkoşîna xwe şoreşa jinên Soran ava kir û wiha pê de çû: "Viyan Soran Partiya Karkerên Kurdistanê ji destpêka avabûna xwe ve ji bo jinan wekî riya azadî û serfiraziyê dît. Jinan bi vê têkoşîna vê partiyê re riya azadiyê nas kir û di oxira jinên têkoşer ku canê xwe ji bo azadiyê feda kirin, ew jî bûn sembolên berxwedanê. Viyan Soran jî yek ji wan jinên ku azadiya xwe û tevahî jinan di nava refên PKK'ê de dîtiye û bi vê armancê tevlî bûye û di oxira vê riyê de jiyana xwe ji dest daye. Heval Viyan di temenekî biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, tevî hemû astengiyên malbata wê jî, lê dîsa bi vîneke xurt û fikrekî welatparêz biryara xwe dide û tevlî nava refên Gerîla dibe. Tevlîbûna Viyan Soran weke jinekê ji bo tevahiya jinên Soran bû şoreşeke azadiyê."   'Armanca Viyan a sereke rizgarkirina Abdullah Ocalan bû'   Dîlberê di dewama axaftina xwe de balkişand ser girêdana Viyan Soran a bi fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Dema ku Viyan Tevgera Azadiyê nas dike hêviyên wê yên dîtina Rêber Apo derdikevin pêş. Her ku xwe di felsefeya Serokatî de kûr dike girêdana wê bi jiyana azad re zêdetir dibe. Ji ber vê jî Viyan Soran bi temenê xwe yê biçûk armanca wê ya sereke dibe rizgarkirina Rêber Apo, her wiha xilaskirina jinê ji koletiya civakê û têkbirina hişmendiya desthilatdar ku jin di nava xwe de fetisandiye."    'Viyan Soran sembola jina azad û têkoşer e'   Dîlberê da zanîn ku Viyan Soran beriya çalakiya xwe gotibû heger ji canê wê buhatir hebûya wê fedayî Abdullah Ocalan kiriba û wiha got: "Dema ku Gerîla çalakiyên bi vî rengî dikin Rêber Apo qebûl nake, ji ber vê jî Viyan Soran di peyama xwe de dibêje 'Serokê min her çiqas tu çalakiya min qebûl nekî, lê ji bo azadkirina te tu tişt ji canê min buhatir tuneye ku ez ji bo te feda bikim.' Şehadeta Viyan Soran tevlîbûneke xurt di Başûrê Kurdistanê de çêkir. Çalakiya Viyan Soran ji bo parastina nirxên şoreşa heyî bû bersiveke xurt. Bi sedan jinên Başûrê Kurdistanê ji ber çalakiya heval Viyan tevlî nava refên azadiya Kurdistanê bûn. Bi sedan ji dayikên Kurd navên zarokên xwe kirin Viyan Soran. Viyan Soran sembola jina azad û têkoşer e"