Ev jî qeyûm e: Pere tunebe xizmet jî tune 2018-02-01 09:39:37   ŞIRNEX - Li Şirnex a ku yek ji 94 şaredariyên DBP’ê ku qeyûm lê hatin tayîn kirin e, ji ber pirsgirêkên binesaziyê bajar veguheriye axê. Hat diyarkirin ku qeyûmê şaredariya Sîlopiyê ji bo boriyên xetimîne, ji gel pere xwestiye û taxên ku pere nedane jî xizmet lê nayê kirin.   Li Şirnexê ji ber pirsgirêkên binesaziyê  bajar veguherî axê û her wiha li navçeyên Sîlopî û Cizîrê jî welatî nikarin di rê de bimeşin. Şirnexa ku di nav axê de ye, ji ber xebatên paqijiyê nayên kirin, bêhn ji kolanan tê. Cohên li taxan jî ji ber nayên paqijkirin nexweşiyê belav dikin. Tevî daxwaza gel çemê li Taxa Yenîşehîrê jî nayê paqijkirin.   Li Sîlopiyê jî rewş heman e   Li Sîlopiyê jî ku qeyûm tayînî şaredariya wê bûbû, rewş heman e. Piştî pevçûnên hatin jiyîn gelek kes vegeriyan Sîlopiyê û hîna li kolanan xebatên asfaltê nehatine kirin û kolan di nav axê de ne.   Pere hebe xizmet jî heye   Hat hînbûn ku qeyûmê bi dirûşmeya ‘ji gel re xizmeta bê sînor’ li navçeyê digere, ji bo boriyên xitimîne  ji gel 56 TL pereyê lêçûnê girtiye û taxên ku pere nedane jî xizmet lê nekiriye. Welatiyên ji bo boriyên  xetimîne pere nedane li dijî şaredariyê bi bertek in.   ‘Pere ji bo gel bikar bînin, ne ji bo xwe’   Jina bi navê Sema Aydin jî diyar kir ku bi mehane navçe di vê rewşê de ye û got: “Tevî evqas gilîkirin û daxwaznameyan rê nayên çêkirin. Em bi zor di kolanê de dimeşin.  Li kolanan av dibe gol. Bila tiştekî bikin.  Pereyê digirin bila ji bo gel bikar bînin. Ne ji bo xwe.”