Çareseriya darazê ya li hember tundî û tehdîdê: Hejmara wî asteng bike 2018-02-01 09:27:15   Duygu Erol   ANTALYA - D.E  ya ji aliyê mêrê ku xwest dest jê berde rastî şîdetê hat, serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê jî bersiva ‘Tiştekî bê kirin tune, hejmara wî asteng bike’ da.   Li navçeya Kepez a Antalyayê jina bi navê D.B ji bo têkiliya xwe bi mêrê bi navê E.O re biqedîne, axivî lê E.O qebûl nekir. E.O  jina bi navê D.B tehdîd kir û tacîz kir.  D.B  şîdet û tacîza ku dît vegot û diyar kir ku  hemû serlêdanên wê bê bersiv mane û banga piştevaniyê li hemû jinan kir.   D.B bi lêv kir ku E.O 10 meh berê ketiye girtîgehê û piştî derketiye îşkenceya derûnî lê kiriye û got: “Min xwest ez dest jê berdim. Lê ez û malbata min tehdîd kir. Hewl da min bişewitîne. Ji neçarî ez dîsa pê re ketim têkiliyê.”   ‘Hewl da min birevîne’   D.B bi lêv kir ku  bi ser wesayeta balafirgehê ya ku tê de dixebitî de girtiye û got hewl daye wê birevîne û got: “Hewl da min birevîne. Tundî li min kir. Malbatên me hev nas kiribûn. Ji ber vê me gilî şûnde kişand. Em dîsa lihev hatin. Vê carê li cem min hişbir bikar anî û firot.   ‘Ji girtîgehê revya polîs tiştek nekir’   D.E bi lêv kir ku ji ber tundî û tehdîdê bajar guhertiye û got: “Ez li cem xizmên min dît. Ez tehdîd kirim. Ez dîsa vegeriyam Antalyayê. Çûm dozgeriyê. Du mehan biryara dûrxistinê dan. Lê tehdîdan berdewam kir. Çûm qerekolê. Lê li xwişka min geriya. Tehdîd kir û heman rojê ji girtîgehê reviya.”   D.E diyar kir ku herî dawî dîsa çûye dozgeriyê û dozgeriyê beyî îfadeya wê bigire jê re wiha gotiye ‘hejmara wî asteng bike biguhere’. D.E bang li hemû jinan kir ku alîkariya wê bikin.”