'Em ê piştgiriya xwe ya bi Efrinê re bidomînin' 2018-01-31 17:50:50   AMED - Konferansa Jinan a Rêveberiyên Heremî ya DBP’ê ku 2 rojan berdewam kir bi encamnameya ku hat aşkerakirin bi dawî bû. Di konferansê de jinên ku bal kişandin ser êrîşên li dijî Efrînê diyar kirin ku ew ê piştgiriya xwe ya bi Efrînê re bidomînin.   Partiya Herêm Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Em ji bo ax, serokatî û azadiya xwe li ber xwe didin” li Amedê 2’yemîn Konferansa Jinan a Rêveberiyên Heremî li dar xist. Konfernas bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Encamnameya konferansê Alîkara Hevşaredarên Êlihê Semra Guneş xwend.    'Êrîşên li ser Efrînê li dijî jinan e'   Semra bibîr xist ku kêliya wan konferansa xwe li dir dixist jî Tirkiyeyê êrîşî ser Efrînê dikir û got: “Êrîşên li dijî Efrînê û netewên wir raste rast êrîşa li ser rêveberiya civakî, jinan, komunal û demokratîkbûyînê ye. Ev êrîş bi destên Tirkiye, DYA, Rûsya û Sûriyê pêk tên. Her wiha çeteyên girêdayî wan OSO û DAIŞ jî piştigiriyê didin van êrîşan. Gelên Efrînê pergala dewletê û xeta çeteyan naxwaze û ji bo dixwazin li dijî pergala faşîst jiyana xw ava bikin rastî êrîşan tên. Li dijî van hemû pêkanînan Efrînî xwe diparêz in.”    'Êrîşên faşîst zêde bûn'   Semra da zanîn ku piştî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, faşîzma OHAL’ê êrîşên faşîzan zêdetir bûn. Semra destnîşan kir ku di konferansê de gelek mijar bi berfirehî hatin nirxandin û nîqaşkirin û jinan ji bo parastina destkeftiyên xwe soza xwe dan û di mijarên kêmanî de jî rexnedayîna xwe dan.    Biryarên di konferansê de hatin girtin ev in:    "* Êrîşên li ser Efrînê li dijî jinan û rêxistinbûyîna demokratîk pêk tê. Em ê bi jinên efrînî û gelan re piştgiriya xwe mezin bikin.    * Em ê bi seferberiya rêxistinkirî li dijî desthilatdariya faşîzan û xespgir têkoşînê bikin.    * Hevserokatî û pergala jinan destkeftiyên bingehîn ên têkoşîna jinan e û dê ev bi mezinkirinê bê birêvebirin.    * Li dijî feraseta baviksalarî ya ku êrîşan dibe ser qada têkoşîna jinan, dê bi têkoşîna jinan alternatîf qad bên afirandin.    * Li dijî zayendparêziya ku faşîzmê xwedî dike bi hemû rêxistinên jinan re kampanyayên têkoşînê bên kirin.     * Em ê li dijî taciz, tecawiz û îstîsmarkirinê ya bi destê rejîma faşîzan a AKP û MHP’ê tê birêvebirin û polîtîkayên bê cezakirinê têkoşînê bidin û platforman ava bikin.    * Em ê li dijî pêkanîna cilên yek reng û feraseta yekperestî li ber xwe bidin û bi girtiyan re di nav piştgiriyê de bin.    * Em ê piştgiriyê bidin Sûr, Nisêbîn û Cizîrê û li dijî tunekirina çand û hafıza van bajaran li ber xwe bidin."   Piştî xwendina encamnameyê jinan bi yek dengî slogana “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin.