Zarokên Girikêlegê: Zarokên Efrînê ne bi tenê ne 2018-01-31 15:59:13   GIRIKÊLEGÊ - Bi hezaran zarokên dibibistanan li Girikêlegê daketin kolanan û êrşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar kirin.   Êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê ev 12 rojin berdewam dikin. Di encma êrîşên Tiriye ên li ser Efrînê de ku herî zêde sivîl tên kuştin  wijdanê her kesê welatparêz hişyarki.  Ji zarokan heyanî kalan, li bajarê Girkêlegê yê Kantona Qamişlo ji alîyê Komîteya Perwerdeya demokratîk (KPC) û bitevlîbûna  hezaran ji şagirtên kurd, erab  û mamosteyên wan ên  dibistanên Girkêlegê û Rimêlanê meşeka girseyî hat lidarixistin.  Di meşê de dirûşmên"Efrin nakeve""Bila artêşa tirk ji Efrînê vekişe",  "Bijî berxwedana efrinê" "Her der efrin e" hatin berzkirin. Meş ji qada Şehîd Xebat hat destpêkirin û li nav bazara bajêr hat rawestandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî li ser nave zarokên dibistanan hat dayin.    Daxuyanî ji aliyê zaroka bi navê Lorînsa ve hat xwendin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em hemû zarok û xwendekar, li gel mamosteyên xwe yên kedkar Dewleta tirkiyê şermezar dikin . Em ê bi riya aştî û aramiyê hemû dagirker û nîjetparestan têk bibin. Em bi xiyalên  azadiyê  mezin dibin û yên xewnên  giran nîşnî me bikin, em ê ti caran ji bîr nekin.  Em bi van hestan mezin dibin û  em ê tola bav û dayikên xwe hilînin.  Ev zarokên ku li Efrînê tên kuştin ji aliyê artêşa tirk  û çeteyên OSO'yê ve tên kuştin. Ev kesên ku tên kuştin hemû xwişk û berayên me em ê tola wan hilînin. Herwiha em bêdengiya tevahî Dewletên Navneteweyî şermezar dikin. Em dibêjin ku zarokên Efrînê ne bi tenê ne. Zarokên Rojava tevahî bi we re ne."     Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê"  "bijî Serok Apo" bi dawî bû.