Ajansa me cara 5'emîn hat astengkirin 2018-01-31 10:09:32   NAVENDA NÛÇEYAN - JIN NEWS a ku dengê jinan li cîhanê belav dike ji aliyê BTK'ê cara 5'emîn hat astengkirin.   Sîteya înternetê ya JIN NEWS a ku bi dirûşma"bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de" di 25'ê Îlona 2017'an dest bi weşanê kir ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê (BTK) dîsa hat astengkirin. Ajansa me di nava hefteyekê de cara 5'emîn hat astengkirin.   Ajansa me ji navnîşana  "www.jinnews5.com" weşana xwe berdewam dike.