ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-31 09:00:00   *Fermandara YPJ'ê ya navçeya Bilbilê Ayser Bilbilê di derbarê êrîşên li ser herêma Efrînê de nirxandin kir û got:" Bila dewleta Tirk baş  bizanibe ku çawa ew li Reqayê, Dêrazorê û li Minbicê  bi berxwedana YPG-YPJ'ê  têk çûn dê li Efrînê jî têk biçin. BI DÎMEN   *Bertekên malbatên girtiyan ên li dijî 'kincên yekreng' berdewam dikin û malbatan anî ziman ku armanca Erdogan ew e ku di girtîgehan de komkujiyan pê bîne. BI DÎMEN   *Li Nisêbînê piştî rêveberiyên xweser şûnde bi hilweşîna  ku xistin meriyetê gelek tax hatin talankirin. Gelê ku xaniyên wan hatin hilweşandin û mecbûrî TOKÎ’yan hatin hiştin jî diyar kirin ku ew ê di konan de bimînin lê li TOKÎ’yan najîn. BI DÎMEN   *Li ser navê Meclîsa Jinan Sennur Galîp derbarê xebatên rêxistinê yên li Îzmîrê dimeşînin de axivî û diyar kir ku meclîs hêzê dide jinên li bajar dijîn. BI DÎMEN   *Mêrê bi navê Duran Evkaya ku bi salan diket mala û jin îstismar dikir, herî dawî  ket mala jina bi navê E. O û hat girtin. Parêzer E.O, Dîren Cevahîr Şen got: “Rêveberên dewletê, hikûmetê hema hema her roj derbarê jinan de gotinan dibêjin û ev jî peyamê dide mêran.” BI DÎMEN   *Êrîşên li dijî Efrînê berdewam dikin û piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, penaberên hatin Tirkiyeyê di bin şert û mercên bê ewle de dijîn.  Zeynep a Sûriyeyî ku li dijî cudatî û xizaniyê têdikoşe diyar dike ku ji şer reviyane lê li vir jî li dijî nexweş û birçîbûnê têdikoşin. BI DÎMEN   *Hevseroka SES’ê Gonul Erden bertek nîşanî binçavkirina endamên Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk da û got: “Em banga TTB’ê ya ji ber berpirsiyariya pîşeyî û rûmeta hekîmtiyê  kiriye diparêzin û heta dawî li pişt wane. "Doktor Ayşegul Tozeren jî got: "Endamên Konseya Navenda TTB’ê tenê li ser sonda xwe mane, yanî ji rûmeta xwe rast mane."