Ji bo dayika Sîsê serlêdan hat kirin 2018-01-30 14:30:54   WAN - Parêzer Gulşen Ozbek ji bo Sîsê Bîngol (78) a ku her diçe rewşa tenduristiya wê nebaş dibe bi boneya “serbestiya bi kontrol” serî li Dadgeha Înfazê ya Tarsûsê da.    Sîsê Bîngol a 78 salî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê bi wesayîta rîngê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatibû kirin û 3 rojan rêwîtiya sewqê dewam kiribû û rewşa tenduristiya wê nebaş bûbû. Di van rojan de tenduristiya Dayika Sîsê her ku diçe xera dibe û parêzer ji bo wê ketin nava tevgerê. Parêzer Gulşen Ozbek ji bo Dayika Sîsê pêkanîna “serbestiya bi kontrol” pêk bê serî li Dadgeha Înfazê ya Tarsûsê da.    'Bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne'   Parêzer Ozbek destnîşan kir ku Sîsê Bîngol ji ber extiyariya xwe jî her roja diçe tenduristiya wê nebaş dibe û ji ber nexweşiyê bi tena serê xwe nikare jiyana xwe dewam bike.