Bi sed hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan 2018-01-30 14:12:20   QAMIŞLO- Bi sed hezaran gelê herêma Cizîrê bi armanca piştgiriya bexwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê meşeke girseyî li dar xisitn.   Îro li bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrîşên dewelta tirk li ser Herêma Efîrnê bi pêşengtiya Kongira Star û Tevgera Civaka Demokeratîk (TEV-DEM) bi dirûşma "Her der Efrîn her der berxwedan" bi sed hezaran gelê bajarê Qamişlo, Hesekê, Tiltemir, Dêrik, Girkêlegê, Terbespiyê, Serêknaiyê, Dirbêsiyê û tevahî navçe û gundewarên wê yên herêma Cizîrê  Deste û Saziyên Rêveberiya xweser  meşeke girseyî tê lidarxisitn. Her wiha bi sedan hêzên Asayîşê û Hêzên Parstina Civakî HPC'ê parstina meşê kirin. Meş ji gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê hat destpêkirin.   Meş bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan, Alên YPJ/YPG'ê û QSD'ê, Kongira Star û TEV-DEM'ê hat xemlandin.  Her wiha di destpêka meşê de wêneyên tekoşer Avêsta Xabûr û yên sivîlên Efrînê ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin û pankertên bi nivsa  "Li Efrînê Berxwedan e û  li Cizîrê Serhildan e" hatin vekirin.   Meş berdewam dike.