‘Dikarin baskê zeytûnê bişkînin lê îradeya gel nikarin bişkînin’ 2018-01-30 09:58:12   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Endama HDP PM Asiye Kolçak bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê da û got: “Hêza berxwedan û îradeya gelê Efrînê DAÎŞ a hov, têk bir. Bi vî şerî dikarin baskê zeytûnê bişikînin lê nikarin îradeya gel bişkînin. Nikarin koka darê hişk bikin.   Êrîşên hewayî û bejayî yên Tirkiyeyê yên li hemberî Tirkiyeyê ketin roja 11’emîn. Di êrîşan de gelek sivîlî jiyana xwe ji dest da û hat hînbûn ku ji sîvîlên jiyana xwe ji dest dane piranî jin û zarok in. Endama HDP PM’ê Asiye Kolçak bertek nîşanî êrîşan da û  bi lêv kir ku Efrîn beriya êrîşan, ji bo mexdurên şer cihekî stargeh bû û got wê dengê aştiyê ji dengê bombeyan xurtir derkeve û got wê gelê Efrînê bi berxwedanê qezenc bike.   Asiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li gorî rêgezên hiqûqî yên hevdem a navneteweyî  parastina şer sûc e lê li Tirkiyeyê berovajî vê tê jiyîn û kesên aştiyê dixwazin sûcdar tên hesibandin. Asiyeyê pirsa ‘bi rastî ji Efrînê li dijî sînorên Tirkiyeyê tehdîdek heye?’ kir û ev tişt anî ziman: “Bihêlin tehdîdê kevirekî biçûk nehatiye avêtin, wê demê ev şer li dijî kê ye? Cîhan û Tirkiye baş dizanin ku Kurdên li her çar parçeyan dijî dixwazin bi awayekî azad û wekhev bijîn.”   ‘Fatureya şer li xizanan tê birîn’   Asiyeyê dsetnîşan kir ku AKP’ê hem hêzên emperyalîst global, hem çapemenî, MHP û diyanet girtiye cem xwe têkoşîna desthilatdariyê dide û got: “AKP ji bo di hilbijartinên pêş de bi ser bikeve berxwe dide.  Fatureya siyaseta şer a AKP’ê li xizanan tê birîn. Yekane derdê AKP’ê encamên anketên hilbijartinê ne. Partiya muxalefetê jî piştgiriyê dide polîtîkayên êrîşkar yên AKP’ê.”   Asiyeyê di dawiya axaftina xwe de got li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê gelê Kurd ji bo Efrînê di çalakiyê de ne  û got: “Li Rojava hêza îrade û berxwedana gel DAÎŞ a hov têk bir. Dikarin bi vî şerî baskê zeytûnê bişkînin lê nekarin îradeya gel bişkînin. Nikarin koka darê hişk bikin.”