Hevalên Arîn Mîrkan li herêma Efrînê bi rihê Arînan li ber xwe didin 2018-01-30 09:40:51   EFRÎN - Fermendara Hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Evîn Efrîn û Endama YPJ'ê Sariya Efrîn ku di çeperên herî pêş de li hemberî dewleta tirk şer dikin, di derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê de nerînên xwe anîn ziman.   Fermendara YPJ'ê Evîn Efrîn û Endama YPJ'ê Sarye Efrîn a çepera navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê berxwedana herêma Efrînê nirxandin û wiha gotin: "Çawa ku Rêber Apo di zindana Îmraliyê de  19 sal in li ber xwe dide em ê jî di her kêliyê de di çeperên şer de li ber xwe bidin."   Evîn Efrîn diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi hemû cûreyên êrîşan hewl dide ku tevahî gundên Herêma Efrînê dagir bike lê belê bi berxwedana Hêzên YPG-YPJ'ê dagirkirina Efrînê wê ji dewleta tirk re wekî xwnekê be."   'Efrîn gula Kurdistanê ye'   Evîn Efrîn di dewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû:"Artêşa tirk her roj bi êrîşên xwe hewl dide ku derbasî axa herêma Efrînê bibe lê belê her car jî rastî berxwedana YPJ'ê tê û têk diçin û heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em wek YPJ'ê nahêlin ku Erdogan Efrînê dagir bike ji ber ku Efrîn gula Kurdistanê ye."   'Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin'   Ji aliyê din ve jî Endama Yekîneyên Parastina Jin Sarye Efrîn axivî û wiha got:"Em wek YPJ'ê ji bo gelê kurd û şikandina dagirkeriya Erdogan a faşîst heta dilopek xwînd di canê me de hebe em nahêlin piyê dewleta tirk ya qirêj derbasî xaka Efrînê bibe. Çawa ku Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de 19 sal in li ber xwe  dide em ê jî di her kêliyê de di çeperên şer de li berxwe bidin."