Li Nisêbînê ne ji bo gel ji bo TOKÎ xizmet tê kirin 2018-01-30 09:39:42   MÊRDÎN - Welatiyên Nisêbînê ku rûniştina li TOKÎ’yan red kirin û bi derfetên xwe malên xwe tamîr kirin, ji her cureyên xizmeta şaredariyê jî bêpar tên hiştin. Welatiyan diyar kirin ku nirxa didin TOKÎ’yan nadin welatiyan û got dixwazin Nisêbînê bê mirov bihêlin.   Li Nisêbîna Mêrdînê piştî berxwedana rêveberiyên xweser şûnde hilweşîn xistin dewrê û înşaata TOKÎ hat destpêkirin. Piştî pevçûnan 4 tax bi têlan hatin dorpêçkirin û hemû xanî hatin hilweşandin. Li dijî TOKÎ’yan gelek malbatan xaniyên xwe ji nû ve ava kirin. Lê girîngiya ji bo TOKÎ’yan tê nîşandan ji bo binsaziya malbatan nayê nîşandan. Welatiyên li taxên Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê dijîn her tim pirsgirêka av û ceyranê dijîn  û ji ber vê rewşê bi gazinc in.   ‘Çi hewce dike wê ji xwe hilweşe’   Welatiyên piştî pevçûnan vegeriyan malên xwe diyar kirin ku ev du sal in li taxê tu xizmet nehatiye kirin û berovajî vê ji aliyê şaredariyê ve her tişt tê xerakirin û gotin ew her tim rastî tehdîda ‘Wê xaniyên we hilweşin, dê dor bê we’ tên. Her wiha şêniyan bi lêv kir ku van rojan bi pirsgirêka av û ceyranê re mijûl dibin û gotin ji aliyê maşîneyên kar ên mezin ên diçin TOKÎ’yê ve rêyên wan hatine serobinokirin û ceyran hatine birîn.    Şaredarî xera dike gel çêdike   Welatiyan bi lêv kir ku tevî ku hîna TOKÎ neqedyane jî ji bo  wê rê tê çêkirin lê rêya taxa ku gel lê dijî nehatiye çêkirin û gotin: “Em çûn şaredariyê me gilî kir. Gotin ‘çi hewce dike em çêbikin wê dîsa xera bibe’. Em bi derfetên xwe rê çêdikin. Çalên ku maşîneyên kar yên TOKÎ vekirine em bixwe tije dikin û li pêş malên xwe me li dijî axê beton rijandiye.”   ‘Ji mirovan zêdetir nirxê didin TOKÎ’yan’   Welatiya bi navê Zeynep diyar kir ku piştî pevçûnan vegeriyane mala xwe û her tişt bixwe tamîr kirine û şaredariyê jî berovajî vê helwest girtiye û wiha pê de çû: “Piştî pevçûnan em hatin me xaniyên xwe çêkirin.  Şaredarî li bendeye ku em rê çêbikin.  Em dixwazin çêbikin lê destûrê nadin. Ev salek ev rê wisa ne. Tevî em daxwaz dikin jî rê çênakin. Her roj tên dibêjin em ê çêbikin. Zivistanê ev rê hemû ax in. Ji TOKÎ’yan re rê çêdikin lê li vir bi sedan kes dijîn lê çênakin.”   ‘Ev du sal in em bi boriya teqyayî dijîn’   Perîhan Aktug jî daxuyakirin ku li taxa Yenî Turan dijî û ev du sal in ji ber boriya kanalîzasyona teqyayî û nayê çêkirin mala wê her tim di bin avê de dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bi dehan carî daxwazname da. Dîsa jî nayên çê nakin. Rojekê tên dibêjin em ê sibê bên. Lê nayên. Ger baranek bibare kes nekare di vir de bimeşe. Mala min tije av dibe.  Em hemû bi gazinc in lê tiştek nayên kirin. Bi TOKÎ’yan dixwazin Nisêbînê bê kes bihêlin.”