Saziya Malbatên Şehîdan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin 2018-01-29 15:28:35   SERÊKANIYÊ - Jinên Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê bi daxuyanîyekê çapemeniyê êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efîrnê şermezar kirin.   Jinên saziya malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi daxuyanyeke çapemeniyê êrîşên li ser herêma Efîrnê şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlîbûna bi dehan jinên saziya malbatên şehîda pêk hat. Daxuyanî ji aliyê dayîka Şehîd Benîn Xezal Dawid ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Em wek dayîkên Şehîdan ên bajarê Serêkaniyê dewleta trik û çeteyên wê şermezar dikin.  Em îro ji hemû cîhanê re dibêjin ku em dayîkên şehîdan li ser piyan e û çi ji me were xwestin em ê bikin. cek  û rextê me amade ne ku ji bo em biçin Efrînê biparêzin û ji çeteyan paqij bikin.  Bi xwîna şehîdan û Arîn û Berîtanan ji bo azaediya gelan em her li ser piya ne û tu carî ji ser xeta şehîdan venagerin.    Em ji civaka navneteweyî re jî dibêjin ku hun îro qetlîamên li ser zarokan û jinan dibînin  û tu biriyarê ji bo vê dewleta faşîst nadin. Lê dijberî vê bêdengiyê îro gelê Rojava li ser piyan e û piştgiriyê dide berxwedna Efrînê.  Dewlet tirk ne tenê êrîşî Efrînê dike  dixwaze hemû bajarên Rojava dagir bike, lê belê ev pilanên wan bi ser nakevin.  Gelê Rojava bi hêz û îradeyeke xurt amede ya ku bersiva artêşa tirk bide."   Daxweyanî bi dirûşma " Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.