Jinên girtî: Wê Efrîn xwe biparêze 2018-01-29 12:50:44   ENQERE - Girtiyên li Girîgeha Sîncanê derbarê êrîşên li ser Efrînê de name şandin û gotin;"Wê jinên Efrînê yên berxwedêr û gelê wê îktîdar û çeteyên dewleta tirk têk bibe. Wê Efrîn xwe biparêze û tawîzê ji azadiya xwe nede."   Jinên PKK, PJAK û MLKP/KKO'yî ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin, bi nameyeke ku şandin banga bila Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Efrînê rawestîne kirin.   Di nameya girtiyên jin de wiha hat gotin:   'Îktîdar wekî Dehakê zalim bi xwîna kurdan xwe xwedî dike'   "Îktîdara tirk û dewleta wê palanê dagirkirina Efrînê xistine dewerê. Çawa ku Dehakê zalim bi xwîna kurdan xwe xwedî kir îro îktîdar jî heman tiştî armanc dike. Îktîdara ku li hundirê welat têk çûye bi dagirkirina Efrînê dixwaze ku temenê xwe dirêj bike. Lê wê li wê jî winda bike û wê jinên berxwedêr ên  Efrînê û gelê wê îktîdar û çeteyên wê têk bibin. Wê Efrîn xwe biparêze  û ji azadiya xwe tawîzê nede. Em bi vê bawer in.   'Di vê tişta dikeve ser milên me em pêk bînin'   Îro erka herî giran dikeve ser milên kesên ku ji xwe re dibêjin; em demokrt, şoreşger û ku dibêjin em mirovin e. Diyar e ku ev dagirkirin bi piştgiriya hêzên serwer yên wekî DYA, Rusya û NY'ê pêk hatiye. Em dibînin ku; hêzên serwer ên cîhanê dîsa ji bo berjewendiyên xwe nirxên mirovahiyê binpê kirine û ji nedîtî ve hatine. Li dijî vê tişta dikeve ser milê me ew e ku em wekî kesên demokrtat, şoreşger û sosyalît li gorî nasnameya xwe tevbigerin. Wê Efrîn li dijî poîtîkayên qirêj û dagirkirinê li ber xwe bide. Lê  gelo em ê berpirsiyariya xwe karibin bi cih bînin? Dem dema dayîna bersîva vê ye.   'Kobanê bi ser ket wê Efrînê jî bi ser bikeve'   Em hemû kesên ku destê wan di hewldana dagirkirina Efrînê de heye şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku dest ji pêkanînên xwe yên katîamkar berdin û ji daxwaza azadiyê ya gelê Efrînê re rêzdar bin.  Em bang li her kesên ku li ser navê demorasî û şoreşgeriyê diaxivin dikin ku li rex gelê Efrînê cihê xwe bigirin, tevli berxwedana wan bibin û artêşa tirk a faşît rawestînin. Em wekî jinên sîyasî yên girtî dibêjin ku em li cem gelê Efrînê ne  û berxwedana wan silav dikin. Em herî dawî dixwazin bibêjin ku Kobanê bi ser ket û wê Efrînê jî wekî Kobanê bi ser keve. Aliyên ku winda bikin wê hêzên dagirker, piştgirên wan û kesên ku li hemberî van pêkanînan bêdeng mane bin."