Jinên Ereb: Dê berxwedana Efrînê bi ser bikeve 2018-01-29 09:16:47   Rûken Goman   GIRKÊLEGÊ - Jinên Ereb ên navçeya Girkêlegê êrîşên dewleta li ser herêma Efrînê bi tûndî şermezar kirin û diyar kirin ku projeya pergala netewa demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê hemû netewan di bin sîwana xwe de diparêze. Loma dê berxwedana Efrînê bi ser bikeve.     Di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê jinên ereb nêrînên xwe anîn ziman û bertek nîşanî êrîşan dan. Jinên Ereb ên navçeya Girkêlegê ya girêdayî Kantona Qamişloyê ya Herêma Cizîrê êrîşên li ser Efînê bi tûndî şermezar kirin û diyar kirin ku ew Efrînê tenê nahêlin û ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.    'Em wekî jinên Ereb ji bo Efrînê serî hildidin'   Jina Ereb a bi navê Mûna Alnasir êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û got:" Zarok, jin, ciwan û kal bi hev re tên qetilkirin û dewletên navneteweyî li dijî vê yekê bê deng in. Ka edalet û demokrasiya wan li ku ma? Dewleta tirk wekhevî û yekîtiya netewan ku îro li Rojava mîsoger dibe qebûl nake. Lê her ku ew êrîşî me bikin dê îradeya me xurtir bibe. Em ê wekî jinên Ereb dev ji têkoşîna xwe bernedin û piştgiriyê bidin Efrînê."   'Dê li Efrînê yekbûna gelan bi ser bikeve'   Her wiha Meryem Ibrahîm jî dest nîşan kir ku wekheviya gelan û pergala netewa demokratîk îro bi ser ketiye û wiha domand:" Em berî her tiştî van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Îro êrîşên ku li ser Efrînê tên kirin li ser hemû gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê tên kirin. Li hemberî van planên qirêj, em ê têbikoşin û koletiyê qebûl nekin. Her roj em ê li qada bin, di nav tevger û çalakiyan de bin heta ku êrîşên li ser Efrînê bi dawî bibin."