Li Şêrawa êrîş: 3 sivîl hatin kuştin û 7 sivîl jî birîdar bûn 2018-01-28 16:06:40   EFRÎN - Di encama êrîşên dewleta tirk li ser navçeya şêrewa ya Efrînê de 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 7 sivîl jî birîndar bûn.    Di emcamê êrîşên artêşa dewleta dagirker a tirk ên li ser  gundê Kobelê yê navçeya Şêrewa ya Herêma Efîrnê de li gorî agahiyên ku ji Nexweşxaneya Avîrînê hatine girtin hat diyar kirin ku  3 kesî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûne. Piraniya kesên ku hatine kuştin û birîndar bûne sivîlên penaberin.    Navên sivîlên birîndar wiha ye:  Ebdullah Kinço (50), Mehmod Kinco (6), Qedriya Ebdullah (8), Mihemed Konco (27), Hesna Kinco (20), Rehef Konco (5) û Ebud Ebdullah Kinco (4) e. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî pitika yekmeh û dayik û bavê wê ye.    Ji ber ku bmbebaran berdewam dike her ku diçe hejmara mirî û birîndaran zêde dibe.