Xizmên windayan li aqubeta Ercan Usu pirsîn 2018-01-27 17:07:09   AMED - Xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Ercan Usu yê ku ji aliyê "kesên bi cilên sîvîl" hat qetilkirin pirsî.   Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 468'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn. Di çalakiyê de xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kom bûn. Dayikên aştiyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan pankarta ku wêneyê kesên di bin çavan de hatin binçavkirin û windakirin vekirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ew dê heta dawî li aqûbeta windayan bigerin û hesap ji kujeran bipirsin.    Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin jî çîroka Ercan Us ê di sala 1993'an de li navçeya Farqînê ya Amedê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin xwend. Hasan, diyar kir ku li gorî agahiyê bavê Ercan Us Mehmet Şirin Us, berî bûyerê 3 roj berê Us ji çû navçeya Erdîşa Wanê wiha got: "Dema vegeriya Farqînê saet di 23.00'an de li ber maşîna xwe ji aliyê kesên sivîl ve rat rawestandin. Kesên sivîl ku bi keleşan Ercan Us rawestandin. Di êrîşê de bedena wî ji ber guleyan êdî nedihat naskirin. Tevî hemû serlêdan û hewldanên hiqûqî kujer nehatin ronîkirin."    Piştî daxuyaniyê kom 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn.