Li girtîgehê derbarê gotina 'Bijî berxwedana Efrînê' de lêpirsîn hat destpêkirin 2018-01-27 15:35:45   AMED - Hat hînbûn ku li jinên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji ber ku gotinin "Bijî berxwedana Efrînê" lêpirsên hatiye destpêkirin. Her wiha hat îdiakirin ku mudurê girtîgehê û dozger gefa li girtiyên jin dixwin.    Hat hînbûn ku di dema 20'ê Çileyê de ku êrîşên li ser Efrînê dest pê kir, dema derbasbûna balafiran jinên girtî dirûşma "Bijî bexwedana Efrînê" berz kirine û hatine tehdîdkirin. Agahiyên girtiyên jin ragihand malbatên xwe wiha ne:"Me di 20'ê Çileyê de li dijî balafirên ku bi hewa ketin, dirûşme berz kir. Li ser vê yekê mudurê girtîgehê û dozger hetin koguşan. Wan bi gotina "Hûn careke din van dirûşmeyan berz bikin bedala wê dê giran be" me tehdîd kirin. Piştre derbarê me hemûyan de lêpirsîn dest pê kir.    Her wiha hat gotin ku li girtîgehê perwedeyên leşkerî bi girtiyan tên temaşekirin û di dema perwedeyê de ji nirxên Kurdistanî û ji Efrînê re xebera didin û bi vê rêyê îşkenceya derûnî li girtiyan tê kirin.