Kongra Star ji bo Hevserokên Komînan dest bi perwerdeyê kir 2018-01-27 14:44:19   QAMIŞLO - Ji bo hevserokên jin ên komînan Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star dest bi perwerdeyê kir.    Li Mala Gel a Taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê herêma Cizîrê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ji bo 20 hevserokên jin ên Komînan perwerde dest pê kir. Perwerde bi navê şehîd Zozan Cûdî hat destpêkirin. Dê perwerde her roj ji saet 08:00'ê sibehê heta 2 û nîvan û 15 rojan dewam bike. Di nav perwerdeyê de wê dersên ideolojiyê werin dayin.   Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Komîteya Perwerdeyê Rîhan Loqo  axivî, Rîhan girîngiya perwerdeyê û armancê wê ji bo pêşxistina civakê anî ziman.   Dê perwerdeyê heta 11'ê Sibatê  berdewam bike.